Pîrebokên Kampusê di 2'emîn konfreransa xwe de li ser nexşerêyê nîqaş kirin

  • 16:08 5 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL-Pîrebokên Kampusê di 2'emîn Konferansa xwe de pêşniyaznameyên ku hatin pêşkeşkirin û nexşerêya ku ew ê diyar bikin nîqaş kirin. 
 
Jinên ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê hatin bi dirûşma "Azadî di destên me de ye" ji bo 2'emîn konfreransa xwe, li Konferansa Pir Sultan Abdal a Îçerenkoyê hatin ba hev. Mor Dayanişma, Pîrebokên Lîseyî, Kolektîfa Jinên Zanîngehê, Jinên Ciwan ên Azad, Jinên Anarşîst, Milên Jinan ên CHP'ê, Meclîsên Jinên Zanîngehan, Nûnerên Meclîsa Jinê ya HDK'ê beşdarî konferansê bûn. 
 
Li eywana Konferansê pankartên "Jinên Hemû Cîhanê bibin yek", "Em nevîyê pîrebokên ku we nikaribû bişewitanda ye" û wêneyên jinên nivîskar û femînist ên têkoşer hatin aliqandin. 
 
Konferansê bi rêzgirtina ji bo jinan û bi dirûşma "Jinên ku hatin qetilkirin serîhildana me ye" dest pê kir. Konferansê bi sînevizyona ku jiyana Pîrebokên Kampusê rave kir dest pê kir. Piştre şanoya ku ji aliyê Ulrike Marie Meinhof hatiye nivîsandin hat lîstin. 
 
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hatice Goz hat kirin. Hatice got:"Îktîdara AKP-Erdogan tekperest e. Niha jî hilbijartina ku mêran esas digire dike çê bike."
 
'Dixwazin jinek li gor xwe ava bikin'
 
Haticeyê anî ziman ku ji zextan herî zêde jin bi bandor dibin û got:"Bi pêkanîn xwe dixwazin jinek li gor xwe ava bikin. Lê jin di serdema ku her kes ji kuçeyan vekişiyabûn li kuçeyan bûn."
 
Piştî axaftinan Konferans bi nîqaşên derbarê pêşniyaznameyan dewam kir. 
 
Roja yekem a konferansê bi muzikê û stranên ku jinan bi hev re gotin bi dawî bû.