Xizmên windayan li aqubeta Nazim Gulmez pirsîn
- 14:45 5 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Di hefteya 482'emîn çalakiya ÎHD'ê û xizmên windayan ku her hefte bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" pêk tê de aqubeta Nazim Gulmez ê ku li Dersimê hat windakirin hat pirsîn.
Di hefteya 482'emîn çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ku her hefte bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" pêk tê de aqubeta Nazim Gulmez ê ku li Dersimê hat windakirin hat pirsîn. Çalakî li Şaxa ÎHD'ê çê bû. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin û endam û rêvebirên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, xizmên windayan, aktivistên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê aqubeta Nazim Gulmez (61) ê ku li gundê Taşitli yê navçeya Hozatliya Dêrsimê hat windakirin, hat pirsîn.
Endamê Komisyona Windayan ê ÎHD'ê Hasan Yalçin çîrok xwend û got:"Nazim zewicî û xwediyê 9 zarokan bû. Di 13'ê Cotmeha 1994'an de li herêma Ali Bogazê Tugaya Komando ya Boluyê di çarçoveya operasyonê de digirin ser gundê Taşitliyê. Keyeyê gund û gundiyek tên binçavkirin û dawiyê serbest tên berdan. 2 roj şûnde leşker dîsa tên gund û agir bi malan dixin. Dawiyê Nazim Gulmez bi hinceta rê nîşanî wan bidin, ji mala wî digirin û dibirin. Leşker Nazim li pêş çavên gundiyan bi zorê dibe û careke din tu agahî ji Nazim nayê girtin. Hevsera wî Garip Gulmez serî li dozgeriyê dide. Malbat encamekê ji hiqûqa hundir nagirin û dawiyê serî li AÎHM'ê didin. AÎHM'ê jî ji ber ku di dema xwe de serîlêdan çê nebûye serîlêdanê qebûl nake. "
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 dkyan bi dawî bû.