Dayika Derya Koç a ku li Cizîrê hat qetilkirin jiyana xwe ji dest da

  • 11:32 5 Gulan 2018
  • Rojane
MUGLA-Dayika Hevseroka Navçeya Milasê ya HDP'ê Derya Koç, Firuze Koç li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Cizîra Şirnexê di serdema qedexeya derketina derve ya di 2015'an de tevî gelek welatiyan Hevseroka Navçeya Milasê ya HDP'ê Derya Koç jî di jêrzemînên Cizîrê de hatibû şewitandin û jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Hevseroka Navçeya Milasê ya HDP'ê Derya Koç, Firuze Koç jî li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Ji ber nexweşiya pençeşêrê ya mîde Firuze Koç di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku piştî otopsiyê cenazeyê Firuzeyê dê li Goristana Milas Şehir bê definkirin. 
 
Xizmên Firuze Koç anîn ziman ku bi salane nexweşiya pençeşêrê ya mîde bi Firuze re heye û piştî ku Derya Koç hat qetilkirin nexweşiya wê hîn giran bûye.