Jinên Êzidî: Dengê xwe bide vîna xwe

  • 09:07 5 Gulan 2018
  • Rojane
Orıvan Ebdo-Vıyan Said 
 
ŞENGAL - Jinên Kurd ên Êzidî anîn ziman ku ji bo êş azar û zehmetiya ku wan bi salan kişandiye bi dawî bibe û bi fermanên nû rû bi rû nemînin wê dengê xwe bidin PADÊ. 
 
Jinên Kurd ên Êzidî derbarê hilbijartinên ku dê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dê di 12'ê Gulanê de çê bibe diyar kirin ku ji bo fermanên nû yên li ser wan dubare nebe û ji bo jiyanek aram, siberojek ewle ev hilbijartin ji bo wan girîng e û gotin di vê hilbijartinê de ew ê bibin yek û bi vîna xwe ya azad dengê xwe bidin Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ).
 
Jina bi navê Delal Hesen diyar kir ku ev hilbijartin ji yên din cudatir e û got:"Heta niha me dengê xwe da partiyên din lê ji êş û azarên me nebûn derman. Herî dawî em bi fermanek din rû bi rû man. Partiyên din tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tev geriyan. Ji bo êdî fermanek din jî dubare nebe û ji bo siberojek aram û azad em ê dengê xwe bidin PADÊ. Divê jinên Êzidî hemû bibin yek, ji bo siberoja xwe û azadiya xwe bi hev re tev bigerin û rê li pêşiya zilm û zordestiyên li ser xwe bigirin. Heger em ji bo hilbijartinên din jî bi vî rengî tev bigeriyan îro em ê di rewşek cuda de bûna. Divê di vê hilbijartinê de em hesabê jinên Êzidî yên ku bi hezaran bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû man, bipirsin. Divê em xiyaneta ku li me hat kirin ji bîr nekin û li gor wê destên xwe bidin se wicdanê xwe û biçin ser sindoqan."
 
'Jinên Êzidî ji bo mafên xwe têdikoşin'
 
Jina bi navê Heyam Xwedêda diyar kir ku Jinên Êzidî ji bo mafên xwe têdikoşin û got:"PADÊ wê di lîsteya 169’an de bikeve hilbijartinan. Şîara PADÊ ya hilbijartinê “Dengê xwe bide vîna xwe" ye. Ji bo siberojek ewle û nasnameyek azad em ê dengê xwe bidin PADÊ. Li Şengalê bi awayekî demokratîk amadekariyên hilbijartinê tên kirin. Em ê bi vîna xwe ya azad biçin ser sindoqan. Divê em jî dengê xwe bidin vîna xwe."