‘Tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê wê belav bibe û bandorê li Tirkiyeyê bike’
- 09:02 5 Gulan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Parêzera Boruya Hiqûqa Asrin Newroz Uysal divê di serî de baro û saziyên mafê mirovan li dijî tecrîd û dijhiqûqiya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertekê nîşan bidin û got wê dijhiqûqiya li Îmraliyê wek derketina OHAL’ê bandorê li pêkanînên din ên Tirkiyeyê bike.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tecrîdeke giran a li tu deverê cîhanê nehatiye dîtin, re rû bi rû ye. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di îlona 2016’an de çûbû Îmraliyê. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal şerd û mercên tecrîdê ji Jinewsê re vegot.
*Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji kengî de didome? Malbat û parêzer ji kengî de hevdîtinê nikarin bikin?
Em wek parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin bi tu awayî hevdîtinê bikin. Yanî 8 sale parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Malbat jî ji îlona 2016’an heta niha nikarin hevdîtinê bikin. Heyetê jî herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de hevdîtin kir. Ev dîrok hem ji bo Birêz Ocalan û hem jî ji bo sê girtiyên din derbas dibe.
*Agahiyên derbarê şerd û mercên Girtîgeha Îmraliyê de çine?
Em wek parêzer 8 sale nikarin hevdîtinê bikin. Berê jî em bûn şahidê rewşa şerd û mercên berdewamkirina tecrîda li ser Ocalan. Ji ber me nikaribûn hevdîtinan pêk bînin, em rewşa rast a girtina rojname, kovar û pirtûkan nizanin. Lê em wek parêzer teslîmê dozgeriyê dikin. Dîsa name hatin astengkirin. Ji Tîrmeha 2016’an heta niha tu name nayên û naçin.
*Rewşa girtiyên din ên Îmraliyê çawa ne?
Îmrali her tim bûye arenayek siyasî. Di qada global de arenayek îdeolojîk a siyasî ye. Di alî Tirkiyeyê de jî arenayek siyasî ya neteweyî ye. Tişta ku dijhiqûqiyê îspat dike, tecrîda li ser girtiyên dinê ye jî. Ji 2015’an het aniha 5 girtî hene li wir. Lê di meha kanûna 2015’an de du girtî hatin derxistin û sê heb man. Tecrîda li ser Birêz Ocalan pêk tê li ser wan jî pêk tê.
Her sê girtî bi heman awayî nikarin bi malbatan re hevdîtinê bikin, name û faksan bişînin û mafên wan ên telefonê jî ji destên wan hatiye girtin.
*Hewcedariyên dîtbarî yên ragihandinê yên Abdullah Ocalan pêk tên gelo? Herî dawî agahiyên ku radyoya wî jê girtine belav bûn?
Li Îmraliyê hiqûqek taybet pêk tê. Hiqûq hatiye binpêkirin. Îtîrazên me kirin hatin redkirin. Di şexsê Abdullah Ocalan de di biryarên dadgehê de bi awayekî aşkera newekhevî pêk hat. Yanî tecrîda li ser Birêz Ocalan û polîtîkayên li dijî pisgirêka Kurd divê bi hev re bê dest girtin.
Pirsgirêka Kurd niha pirsgirêkek ji derveyê Tirkiyeyê pisgirêkek navneteweyî ye û bi Rojava re hat astek cuda. Di êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Efrînê de qada navneteweyî bê deng ma. Hinek nûçeyên ku hinek heyetan bi Birêz Ocalan re di vê pêvajoyê de hevdîtin kirine, hatin weşandin. Lê me wek parêzeran ji bo ev bê teyîtkirin mixabin nikarî bi tu awayî hevdîtinê bikin.
*CPT di 28-29’ê 2016’an de Îmrali ziyaret kir û rapora xwe bi rayagiştî re parve nekir. Di rapora meha borî aşkera kir de jî îdiayek ‘Şerd û mercên girtina fizîkî baş bûye’ hebûn. Hûn tevlî vê tespîtê dibin?
Di dawiya pêvajoyek du salan de di 20’ê Adarê de bi dema êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê de CPT raporek weşand. Ne em ne jî raya giştî nafikirin ku ew wisa rast hatiye. Gelek tespîtên di wir de cih girtine, ji bilî ku rojevîbûna xwe winda kiriye, rapora sê salan ya CPT di 2013’an de di ziyareta xwe de pêk aniye. Ew jî wek em dizanin pêvajoya çareseriyê bû. Ji ber vê jî rastiya vê raporê di alî me de tê nîqaşkirin.
*Li gorî we daxuyaniya CPT rayagiştî îqna kiriye? Bi taybet jî di dema êrîşên li hember Efrînê de ev hat kirin, ev çi nîşan dide?
CPT saziyek girêdayî Konseya Ewropayê dixebite. Raporên ji ser girtîgehan amade dikin, aşkera dikin. Neaşkerakirina vê raporê jî li ser daxwaza Tirkiyeyê pêk hat. Dîsa parvekirina vê rapoê bi daxwaza Tirkiyeyê hat kirin. Ev jî nîşan dide ku di esasê de Îmrali di areneya navneteweyî de çiqas bi bandore. Li Rojhilata Navîn şerekî cidî heye. Pêvajoyeke ku hevsengiya navneteweyî diguhere pêk tê. Di vê pêvajoyê de rola Kurdan pir girîng e.
Li aliyekî operasyona Efrînê pêk tê û li aliyê din jî CPT du sal şûnde rapora xwe bi tiştên xweşbînî aşkera dike. Lê di heman demê de dibêjin heyet diçe. Ev pêşketin hemû nîşan didin ku divê Tirkye û hêzên navneteweyî biçin Îmraliyê.
*Ji bo tecrîd rabe hewldanek çêbû an na?
Me di qada neteweyî û navneteweyî de ji bo tecrîd rabe gelek hewldan dan. Xebatên me yên derbarê vê de didome. Serlêdanên me yên DMME’ê jî didomin. Ligel hiqûqnasan divê baro û saziyên mafê mirovan divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ev bi tena serê xwe ne pirsigrêka Îmrali an jî Birêz Ocalan e. Divê di serî de baro li dijî vê bêhiqûqiyê berxwedanê nîşan bidin.
Niha gelek serlêdanên hiqûqî tên kirin. Wê dijhiqûqiya li Îmraliyê wek derketina OHAL’ê bandorê li pêkanînên din ên Tirkiyeyê bike.