Xwendekarên Amedî: Bila dîroka hilbijartinê bi guherta ne ya ezmûnê

  • 09:01 5 Gulan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Hilbijartinên pêşwext ku wê di 24'ê Hezîrana 2018'an de bên kirin, rastî dîroka Ezmûna Saziyên Hindekariya Bilind (YKS) hat. Xwendekarên Amedî ku bertek nişani guherandina ezmûnê dan gotin ku di bedêla guhertina dîroka azmûnê de dikaribûn dîroka hilbijartina pêşwext bida guherandin.
 
Hilbijartinên pêşwext ku wê di 24'ê Hezîrana 2018'an de bên kirin, rastî dîroka Ezamûna Saziya Hindekariya Bilind (YKS) hatin. Konseya Perwerdehiya Bilind (YOK) dîroka ezmûnan guherand û taloqî 30’yê hezîranê û 1’ê tirmehê kir.  Îktîdara AKP’ê îsal jî ji ber polîtîqayên xwe yên ku ciwanan tune dihesibîne dîroka hilbijartinê rastî dîroka ezmûna YKS’ê anî û dîsa pergala perwerdeyê gûherand.
 
Zext li ser civakê zêde bûne
 
Em jî ji bo ku balê bikişînin ser ve mijarê ku bê ka bandoreke çawa li ser xwendekaran kiriye berê kameraya xwe da xwendekarên ku diçin fêergehê û me mîkrafona xwe dirêjî wan kir.  Xwendekarên ku ji ber wê rastî astengiyan bên zêde nexwestin biaxivin gumanên xwe ji me re anîn ziman wiha gotin:"Em bi tirsa girtinê û dûrxistina ji perwerdeyê dijîn  mamosteyekî me di rojên borî de ji ber ku got, 'bila zarok neyên kuştin hat girtin.  Ji ber wê em nêrîna xwe bi awayê vekirî nikarin bînin ziman." 
 
Xwendekara bi navê Emel Çinar ku bertek nîşanî guhertina dîroka ezmûnê da jî wiha  got: “Gûherandina dîroka ezmûnê li ser min bandora neyînî kir. Ev saleke ku ji bo vê ezmûnê ez amdekariyê dikim û min ji bo 24’ê hezîranê xwe amade kiribû. Bi gûherandina dîrokê re em ketin stresê û em ê cara duyem kelecaneke mezin bijîn. Li Tirkiyeyê tim pergala pewerdeyê tê gûherandin. Em çiqasî vê rewşê rexne dikin jî tu çareserî pêk nayê û kesek me guhdar nake. Ez bi fikar im ku carekedin pergala perwerdeyê bê guhertin û wê ew jî bandora neyînî li ser me bike.”
 
'Ji ber vê guhertinê min perwerde nîvco hişt'
 
Xwendekara bi navê Ceylan Çoban a ku ji ber pergala perwerdeyê tim digûhere dev ji perwerdeyê  berdaye jî wiha got: “Em ji guhertina dîroka ezmûnê neyînî bi bandor bûn û gelek xwendekar ji ber vê guhertinê gelek acizin. Em xwendekar gûherandina dîroka ezmûnê wekî zexteke dijberî xwe dibînin. Ji ber ku dîroka ezmûnê gûherî ez êdî naxwazim bikevim ezmûnê. Pergala perwerdeyê her tê guherandin û kesek tu girîngiyê nade keda me û ya malbata me. Ji roja ku AKP hatiye ser kar û vir de her pergala perwerdeyê diguhere û li gorî xwe dîzayn dike. Ev guhertin jî bandora neyînî li ser derûniya me û keda me dike. Ji ber vê aloziya pergala perwerdeyê min perwerdeya xwe nîvco hişt.”  
 
'Li gorî xwe diguherin'
 
Herî dawî jî xwendevana bi navê Berîvan Yilmaz axivî û wê jî bi lêv kir ku di salên borî de SBS, TEOG û YGS hebûye, ji ber gûherandina pergala perwerdeyê ew hatin rakirin û niha li şûna wan YKS hatiye bicihkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gûherandin tim li ser xwendekaran bandora neyînî dike. Naveroka pergala pewerdeyê tim tê gûherandin  û ev jî serê me tevlihev dike û hevsengiya me ya hînbûnê xira dike. Niha jî ji ber hilbijartinên pêşwext dîroka ezmûnê hate gûherandin. Ji bo AKP'ê keda me serkeftina me û ya malbata me negirîng e. Di bedêla ku dîroka ezmûnê guhertin dikaribûn dîroka hilbijartina pêşwext bigûherta.  Ev rewş tu carî nayê qebûl kirin. AKP li gorî xwe tevdigere û guh nade fikra xwendekaran. Em êdî nema zanin em ê çi bikin.”