ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 5 Gulan 2018
- Rojev
*Parêzera Boruya Hiqûqa Asrin Newroz Uysal divê di serî de baro û saziyên mafê mirovan li dijî tecrîd û dijhiqûqiya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertekê nîşan bidin û got wê dijhiqûqiya li Îmraliyê wek derketina OHAL’ê bandorê li pêkanînên din ên Tirkiyeyê bike. BI DÎMEN
*Hilbijartinên pêşwext ku wê di 24'ê Hezîrana 2018'an de bên kirin, rastî dîroka Ezmûna Saziyên Hindekariya Bilind (YKS) hat. Xwendekarên Amedî ku bertek nişani guherandina ezmûnê dan gotin ku di bedêla guhertina dîroka azmûnê de dikaribûn dîroka hilbijartina pêşwext bida guherandin.
*Jinên Amedê diyar kirin ku li dijî tifaqa AKP-MHP’ê , divê tifaqa gelan bê avakirin û banga xwedîderketina li sindoqan kirin. BI DÎMEN
*Seroka Federasyona Komeleyên Jinan Canan Gullu, diyar kir ku Peymana Stenbolê di pêşîgirtina şîdeta li ser jinê û îstîsmara zarokan de pêngavek girîng e lê ji ber zîhniyet naguhere pêk nayê û bi salane di pratîkê de nayê sepandin. BI DÎMEN
*Sûrên dîrokî yên 7 hezar salî yên Amedê ku di pêvajoya qedexeya derketina derve de texrîbatek mezin dît, bi vê sînor nemaye û bi çopê jî tê texrîbkirin. BI DÎMEN
*Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku sererastkirina nafakayê mudaxaleya li hemberî pêvajoya destberdana jinê ye û got ev mudaxaleyek cidî ya hikûmetê ya li hemberî jiyan, hişmendî û biryara jinê ye.
*Jinên Kurd ên Êzidî anîn ziman ku ji bo êş azar û zehmetiya ku wan bi salan kişandiye bi dawî bibe wê dengê xwe bidin PADÊ.