Dayika Hevberdevkê HDK'ê jiyana xwe ji dest da

  • 17:43 4 Gulan 2018
  • Rojane
 
STENBOL - Dayika Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Saliha Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, Saliha Hamzaoglu ya demek dirêj e li Nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylulê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît li ser hesabê xwe yê şexsî yê Twitterê nivîsand û got: "Dayika Hevberdevkê me, hevrêyê me û mamosteyê me Onur Hamzaoglu dayika me Saliha jiyana xwe ji dest daye. Em di nava êşek mezin de ne. Dayika me Saliha demek dirêj e li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Rewşa wê xerab bû. Tevî vê yekê Mamoste Onur  bernedan û dayika xwe nedît. Hêrsa me zêde ye. Em xemgîn in. "
 
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, piştî daxuyanî dabû çapemeniyê di 9'ê Sibatê de polîsan bi ser mala wî de girtibû û hatibû binçavkirin û piştre di 17'ê Sibatê de hatibû girtin.