Ji bo hevdîtinê malbatan cara 74'an serî li Dozgeriyê dan
- 13:14 4 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û bi girtiyan re hevdîtin bikin cara 74'an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, bi armanca bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serlêdan bê erêkirin Fatma û Mehmet Ocalan dê duşemê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Ji malbatnên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin jî birayê girtî Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka girtî Veysel Aktaş Sabiha Aslan da, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê dan.
Malbata Abdullah Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 74 caran serî li Serdozgeriya Komarê da û heta niha 73 serlêdanê wan hati redkirin.