Mêrê ku Vicdan Ozetçî qetil kir hat girtin

  • 10:57 4 Gulan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR-Mêrê bi navê Mustafa K. ê ku li Odemişê, Vicdan Ozetçi qetil kir û Hulya Ozetçi jî bi giranî birîndar kir, hat girtin.
 
Li navçeya Odemişa Îzmîrê di 29'ê Nîsanê de Mustafa K. Vicdan Ozetçî qetil kiribû û Hulya Ozetçi jî bi giranî birîndar kiribû. Hat hînbûn ku Vicdan Ozetçi berê Mustafa K. giliyî Komutaniya Jendermeya Navenda Bayindirê kiriye. Her wiha di dimenên kamerayê de hatibû dîtin ku ajokarê wesayetê yê bi navê H.D. alîkarî bi Mustafa K.  kiribû û hat binçavkirin. H.D piştî ku sewqî adliyeyê bû hat girtin. 
 
Piştî girtina îfadeya H.D. Mustafa K. hat girtin, piştî ku hat girtin ji bo pirsiyariyê birin emniyetê. 
 
Hat diyarkirin ku tedawiya Hulya Ozetçiya ku bi giranî birîndar bûbû, didome.