4 girtiyên nexweş 15 roj in di grevê de ne
- 10:11 4 Gulan 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê 4 girtiyên nexweş bi daxwaza bên dermankirin ku ji 20'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirine 15 roj in di grevê de ne.
Li Girtîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê 4 girtiyên ku rewşa wan a tendirustiyê giran e Ergîn Aktaş, Yusuf Bulut, Dîcle Bozan ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û Ehemedê Xemî ji ber ku dermankirina wan nayê girin û binpêkirinên mafan ji 20'ê Nîsanê de di greva birçîbûnê de ne. Ji girtiyên di gerevê de Ergîn Aktaş ji ber ku herdu destên wî jî tune ne nikare bi tena xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, Dîcle bozan jî ji ber ku roviyên wê ji 9 mehan zêdetir in li derve ne li benda ameliyatkirinê ye û dîsa Yusuf Bulut ê 68 salê ye jî nikare ji nav nivînan rabe. Herwiha Ahmed Xemî jî ji navê û berjêr felc e.
Rewşa girtiyên nexweş ji ber ku ji 20'ê Nîsanê de di grevê de ne girantir dibe û daxwazên wan ên dermankirinê jî nayên pêşwazîkirin.