'Delîlê şênber nîne talîmata şênber heye'
- 09:05 4 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Edîtora Ozgurlukçu Demokrasî Hîcran Urun a girtiye diyar kir ku darizandin li girtîgehê jî didome û Lijneya Girtîgehê pirsa ‘qerta te ya çapemeniyê heye’ pirsiye.
Edîtora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya girtî Hîcran Urun di nameya ku ji girtîgeha jinan a Bakirkoyê şandiye de tiştên li girtîgehê jiyaye vegot. Hîcranê destnîşan kir ku piştî hatine girtin şûnde li girtîgehê jî rastî darizandinê hatine û têgehên azadiya çapemenî û mafên mirovan di demên dawî de pir zêde dibihîzin û kêmasiya wan hîs dikin. Hîcranê daxuyakirin ku dema rewş wisa be Hîtler tê hişê mirovan û ev tişt di nameya xwe de got:
“Dema mijar dibe çapemenî berpirsê propagandaya Hîtler dibe Goebbels. Yanî Goebbelsê ku dema Elmanya, Hîtler rexne dike her rojnameyê digire û her kesî xayînê welat îlan dike. Ez wisa difikirin ku hewcedarî bi vegotina Goebbelsê roja îro nayê dîtin.
Delîlê şênber nîne talîmata şênber heye
Ez niha pêvajoya ‘xayînê welat’ yên bi gotina desthilatdariya Tirkiyeyê vedibêjim. Piştî TMSF’ê dest danî ser rojnameya me şûnde raste rast em ji malên me girtin û dozger hîna ruyê me nedîtibû em sewqî girtinê kirin. Piştî darizandina du deqeyan şûnde em hatin girtin. Di girtina me de delîlê şênber tunebû lê talîmata şênber hebû. Ez ê ji we re pêvajoya girtîgehê vebêjim.
Li girtîgehê em rastî lêgerîna tazî hatin. Em şevekê di hucreyê de girtin. Piştre me lijneya girtîgehê nas kir. Yanî dadgeha esas nû dest pê dikir. Pirs û sûcdarî, nû dest pê dikirin. Ji westandin û matmayîbûnê ez tenê çend heban bibîr tînim. Pirsên wekî ‘Tu endama rêxistina terorê ye?’, ‘Tu rojnameger î?’, ‘Qerta te ya çapemeniyê heye?’ pirsîn.
Piştî vê lîstika şanoyê şûnde em şandin koguşên me. Çawa deriyê koguşê hat vekirin, girtiyên siyasî me pêşwazî kirin. Westandin û matmayîbûna min çû. Hevalekê poşetê çopê yê destên min girt. Ya din çayê da me.”