‘Bi îlankirina OHAL’ê re mobbîng zêde bûye’

  • 09:02 4 Gulan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Hevseroka Sesê ya Amedê Gonul Adibellî, diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re mobîng gelek zêde bûye û ev tişt got: "Ji sendîkayên cuda zextên 'derbasî sendîkaya me bibin' tên kirin û endamên me tên tehdîtîkriin. Ji bo ku em mobîngê têk bibin divê em têkoşînê bidin."
 
Di jiyana xebatê de tundî, cudakarî û mobbîng belav bûye û bûye pirsgirêkeke girîng. Gelek jin li cihê kar bi helwesta neyînî, tundi, zext û heqaretê re rû bi rû dimînin. Piştî  hewldana 15’ê tirmehê OHAL’a ku hat îlan kirin re jin li cihê kar di bin çavan de dixebitin. Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonûl Adibellî mobbînga ku li dijî jinan li cihê kar tê kirin nirxand û got ku mobbîng wek tundî û zextên di warê derûnî de ne.
 
Gonûlê di destpêka axaftina xwe de got ku jin di cihê kar de tim bi mobbîngê re rû bi rû dimînin û di xwazin ku bi riya mobîngê jinan ji kar dûr bixin. Gonilê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jin di qadên tendûristî û perwerdê de tim rastî mobbîngê tên.  Ger ku jin ne birêxistin bin ew ê herdem bi mobîngê re rûbirû bimînin. Dema ku jin ne rêxistinkirî be bi hêsanî dikarin li cihên ku jin naxwaze lê bixebite wê bidin xebitandin. Her wiha piştî OHAL’ê mobbîng du sê qatên xwe  li cihê kar zêde bûye. Bi van pêkanînan îktîdar dixwaze civakê bitirsîne.”
 
‘Dixwazin civakê bitirsînin’
 
Gonûlê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku li dijî xebatkarên sendîkayê  zext tên kirin, lê ew ji van zextan haydarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzî salekê ye  di çarçoveya xebatên rêxistinê de endamên me yên ku dixebitin diçin cihê wan û digerin. Hevdîtinên ku me bi endamên xwe re kir, me dît ku di cihê kar de bi zextên derûnî re rûbirû dimînin. Her wiha bi OHAL’ê re ji sendîkayên cuda li dijî endamên me zextên wek ‘were sendîkaya me’ tên kirin.  Ji endamên me re tehdîtên wek ‘ger hûn neyên em ê wê di bin zextê giran de bidin xebitandin’ tên kirin. Em jî difikirin ku di be vê jî bi mobbîngê bikin û di cihê xebatan de mekanîzmayên bi vî awayî têk bibin. Bi vî awayî dixwazin di nava mirovan de tirsekê bidin avakirin.”   
 
‘Cesart wê di pêşerojê de ji me re rojên xweş bîne’
 
Gonûl di dawiya axaftina xwe de li dijî mobbîngê divê mirov rêxistinkirî be û bertekekî baş nîşan bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema kesê ku bi mobîngê re rû bi rû ma divê bêdeng nemîne. Dema bûyerekî bi vê hawî qewimî parêzerê sensîkayê jî dibe şopdarê pêvajoyê. Divê em netirsin û bi cesart bin. Cesaret  wê di pêşerojê de rojên xweş ji me  re bîne.” 
 
Mobbîng çi ye?
 
Mobbîng di roja me ya îro de jiyana xebatakaran tengav dike; tacîz û zetên derûnî ku li cihê kar li ser xebatkaran tên kirin û tundiya ku nayê dîtin ên wekî xistina moral,motîvasiyon û biçûk xistin e.  Peyva mobbîng cara yekem di sala 1984’an de li Swêdê li panela bi navê “Di Jiyana kar de Ewlehî û Tendûristî” ji aliyê Prof. Heînz Leymann ve hatiye bikaranîn. Dr. Heînz Leymann di sala 1980’yan de peyva mobbîngê ji bo di jiyana kar de ji bo zext û tundiya tê kirin tê binavkirin.