ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 4 Gulan 2018
- Rojev
*Jinên Tirkmen ên ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê koçî Kantona Şehbayê bûn bang kirin ku kesek dengê xwe nedin Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan. Jinan gotin:"Kesên ku rayê xwe bide yekî xwînxwar ew ê bibe hevalên wî. Divê berê jin li dijî dîktatorê xwînxwar derkevin. Em wekî jinên Tirkmen tu carî baweriya xwe bi Erdogan nînin. Dengê xwe nedin xwînxwaran." BI DÎMEN
*Hevseroka Sesê ya Amedê Gonul Adibellî, diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re mobîng gelek zêde bûye û ev tişt got: "Ji sendîkayên cuda zextên 'derbasî sendîkaya me bibin' tên kirin û endamên me tên tehdîtîkriin. Ji bo ku em mobîngê têk bibin divê em têkoşînê bidin." BI DÎMEN
*Ciwanên Şirnexê diyar kirin ku encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê li ba wan diyar in û gotin: “Em dengan nadin kesên bajarê me şewitandin. HDP wê 4-0 bi ser keve.” BI DÎMEN
*Edîtora Ozgurlukçu Demokrasî Hîcran Urun a girtiye diyar kir ku darizandin li girtîgehê jî didome û Lijneya Girtîgehê pirsa ‘qerta te ya çapemeniyê heye’ pirsiye.
*Êzidiyên ji kampa Amedê bi zorê hatin derxistin û surgunî kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin kirin, ev saleke ji ber pirsgirêkên mezin dijîn û nayên çareserkirin, ji ber gotinên nefretê neçar dimînin koçî Ewropayê bikin.
*Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya di meha Gulanê de dê 5’emîn rûniştina wê ya ku bi ‘muebeta giran’ tê darizandin, pêk were. Sara tevî îdianameya ku vala hatiye derxistin jî hîna nayê tahliyekirin.