Li Tirkiyeyê rojnameger li dijî binpêkirina mafan li ber xwe didin
- 15:57 3 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - ÎHD’a Stenbolê, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojname girtî û rojnameger girtine, lê çapemeniya azad li dû şopa rastiyê diçe û li ber xwe dide.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bila êdî zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin. Çapemeniya azad wê tu carî bêdeng nemîne. Di roja Rojnamegertiya Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Tirkiyeyê rojname girtîne û rojnameger girtîne. Lê çapemeniya aza li dû şopa rastiyê diçe û li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê herî zêde di qada çapemeniyê de binpêkirinên mafan derdikevin holê. Di pêvajoya OHAL’ê de saziyên çapemeniyê hatin girtin, dest danîn ser alavên wan wan. Bi sûcdariyên keyfî rojnameger girtin, dest danîn ser rojname û çapçaxaneyê. Bi girtin, binçavkirin, dest danîna ser malên çapemeniyê û êrîşên li ser çapemeniyê, hewl didin çapemeniya azad teslîm bigirin."
ÎHD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji bo Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê em hemû kedakrên çapemeniyê ji ber berxwedana wan a birûmet silav dikin. Divê biryara girtina saziyên weşanê yên çapemeniyê bê betalkirin.”