'Em ê bi serbilindî vegerin ser axa xwe'

  • 14:01 3 Gulan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî -Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin anîn ziman ku ew hêza xwe ji dîroka xwe ya qedîm digirin û têkôşîna xwe didomînin. 
 
Jinên Efrînê yên ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin bi lêv kirin ku derketina wan a ji Efrînê nayê wateya têkçûyinê û wiha got:"Em ê bi serbilindî vegerin ser axa xwe."
 
Jina bi navê Nalîn Reşo (25) û ji gundê Sêmalkaya Racoyê wiha got:"Erdogan bi hemû teknîka xwe ya pêşketî êrîşî me kir. Wan bi balafiran êrîşî sîvîlan dikirin. Gelek zaroka hatin qetilkirin. Me heta dawî berxwe da.  Me bejna xwe netewand em ê netewînin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. "
 
'Divê cîhan guhên xwe negire'
 
Jina bi navê Hene Yusêf a ji gundê Hesen Dêro ya Navçeya Bilbilê wiha got:"Dema ku em ji Efrînê dûr ketin em pir xemgîn bûn. Loma em hêviya xwe qet winda nekin. Em ê dîsa vegerin ser axa xwe. Li Şehbayê kêmasiyên derman, av, nan, şîrê zarokan hene. Divê cîhan li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Em li berxwe didin lê divê rêxistinên mafên mirovan jî hestiyarî tev bigerin û guhê xwe negire. "