Meha Nîsanê ji bo rojnamgeran bû meha cezayê

  • 13:27 3 Gulan 2018
  • Rojane
AMED  - Însîyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi minasebeta 3’ê Gulanê Roja Çapemeniyê ya Cihanê rapora Nîsanê aşkere kir.  
 
Însîyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi minasebeta 3’ê Gulanê Roja Çapemeniyê ya Cihanê rapora meha Nîsanê li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re  aşkere kirin. Gelek rojnamegerên jin ên endamên platformê tevlî civînê bûn. Li ser navê rojnamgerên jin Endama Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna rapora sala 2017’an û  sala 2018’an a meha çileyê xwend. Rapora meha Nîsanê jî bi kurdî ji aliyê Rojnameger Elîf Alkan ve û  bi tirkî jî ji aliyê Berdevkê  Însîyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan ve hat xwendin.
 
Rozayê anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî rojnamegeran zext û zordestî zêde bûne û yên ku herî zêde tên çewisandin jî jin in. Her wiha Rozayê bi lêv kir ku Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ji bo parastina mafê jinê û li dijî tundiya li ser qada çapemeniyê hat avakirin. Roza, bi lêv kir ku platform ne bi tenê ji bo jinên Kurd biparêzin hatiye avakirin, her wiha ji bo mafê hemû jinên cihanê bê parastin hatiye avakirin û wiha got: “Ev platform platformek navneteweyî ye. Piştî 15’ê Tirmehê OHAL’a ku hat îlankirin zext û zordetî ya li ser çapemeniyê zêdetir bû û gihaşt asta herî jor. Wek rojnamegerên jin jî biryar hat dayin ku  platformek bê avakirin û di çarçoveya vê platformê de mafên jinê bê parastin.”
 
Piştre Roza rapora sala 2017’an û sal 2018’an a meha çileyê xwend. Rapor wiha ye:
 
Çile
 
Li gor rapora ku hat aşkerekirin karta çapemeniyê ya zer a rojnemgerekê hat betalkirin
 
3 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin
 
Xebatkarek çapemeniyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û bi hinceta propagandaya rêxistinê hat binçavkirin û girtin. 
 
Sibat
 
Rojnamegerek ji karê xwe hat avêtin
 
Rojnamegerek di dema şopandina nûçeyan de li Rihayê hat binçavkirin û bi îdaiaya endama rêxistinê hat girtin 
 
Rojnemegerek di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da
 
Di 27'ê Sibata 2017'an de derbarê nûçeya Hande Firat a di Hurriyetê de ya bi navê Karargah Ne Rehet e/ Ji Heft Rexneyan Heft Bersiv li Serdozgeriya Komara Bakirkoyê lêpirsîn hat destpêkirin 
 
Adar
 
Di 23'ê Adara 2017'an de li Şengalê di encama êrîşa Pêşmergeyên Rojê de Rojnameger Nujiyan Erhan birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. 
 
Nîsan
 
Di 5'ê Nîsana 2017'an de ji ber şopandina nûçeyan a li Nisêbînê Nûçegîhana DIHA'yê Meltem Oktay di 14'ê Nîsanê de hat girtin. 
 
Her wiha di Nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û serbest hatin berdan. 
 
Gulan
 
Di 3'ê Gulana 2017'an de Rojnamegerên jin Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ava kirin. 
 
Di 9'ê Gulana 2017'an de ji ber nûçeya nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun a bi navê "Di pîvazan de jî mît derket" 10 sal ceza lê hat birîn.
 
Beyza Ustun a ku ji Rojnameya Ozgur Gundemê rojekê bû Gerînendeya Giştî Ya nobedar salek û 3 meh ceza lê hat birîn. 
 
Di Gulanê de 3 rojnameger hatin girtin. 
 
Hezîran
 
Cezayê Rojnameger Zehra Dogan ê 2 sal 9 meh û 22 rojan hat erêkirin 
 
Nivîskara Cumhuriyetê Nuray Mert ji kar hat avêtin 
 
Di 25'ê Tebaxê de hukumeta AKP'ê du KHK'yên nû derxistin bi KHK'yan Rojeva Medya, Rojnameya Şujin û Ajansa Dicle Medyayê hat girtin 
 
Di vê mehê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. 
 
Îlon
 
Di 23'ê Îlonê de muhalif û aktivîsta Suriyeyî Orouba Bakarat û keça wê Halla Barakat li mala xwe ya Uskudara Stenbolê hatin kuştin.  
 
Lîstikvan Julide Kural ji ber di  çarçoveya piştgiriya bi Rojnameya Ozgur Gundema ku hat girtin beşdarî kampanyaya "Gerînendeyê Giştî ê Nobedê" bû salek û 3 meh ceza lê hat birîn. 
 
Cotmeh
 
Di çarçoveya dozên ku derbarê Rojnemeya Ozgur Gundem a ku hat girtin li Parêzer Eren Keskîn 6 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar TL cezayê pere hat birîn. 
 
Di 14'ê Cotmehê de nûçegîhana ANHA'yê Dilîşah Îbiş di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da 
 
29 rojnameger hatin binçavkirin 2 rojnameger hatin girtin 
 
Mijdar
 
Li Gerînendeya Giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Eren Keskin û Gerinendeya Karên nivîsê Reyhan Çapan re 100 hezar TL cezayê pereyan hat biri
 
Berfanbar
 
20 jinên ku xwestin balê bikşînin ser êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê çûn ber avahiya TRT û xwestin beşdarî weşana zindî bibin. Li van jinan û li 2 nûçegihanên jinhayê yên ev nûçe dişopand 31 sal û 3 meh ceza hat dayin
 
Sala 2018'an
 
Di meha Çileya 2018'an de 2 rojnameger hatin binçavkirin
 
Piştre Rojnameger Elîf Alkan rapora meha Nîsanê aşkere kir. Elîfê da zanînin ku ferqa rapora meha aşkere dikin û ya meha borî de xwe nîşan dide. Elîfê bi lêv kir ku hikumeta heyî bi kar û barê dike xwe li ber deriyê girtîgeha Tirkiyê ya mezintîrîn cihanê kiriye gardiyan û ev tişt got: “Ne pêkan e ku ev bigûhere. Divê rewşê de nabe ku em xîtabê hikûmeteke wisa bikin û wê vexwînin hiqûqê.”
 
Rapora meha ÎRA’yê vê mehê wiha ye:
 
*190 rojnameger girtîne
 
*17 rojnameger hatin binçavkirin
 
*33 rojnameger hatin girtin.
 
*Li 2 rojnamegerî doz hat vekrin.
 
*50 rojnameger hatin darizandin
 
*Li 29 rojnamegeran bi giştî 144 sal, 2 meh û 29 roj cezayê girtîgehê, 3 hezar TL pere hat birîn.