Lutfiye ya hevjînê wê di jêrzemînên Cizîrê de hat kuştin, hat berdan

  • 12:31 3 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Girtiya bi navê  Lutfiye Duymak a hevjînê wê Mahmut Duymak ku bi gelek kesan re di jêrzemînên Cizîrê de hat kuştin, piştî îtîraza ji bo wê hat kirin û qebûl kirin, hat berdan. 
 
Girtiya jin a binavê Lutfiye Duymak a hevjînê wê Mahmut Duymak berê 2 salan di “Qedexeyên derketina derve de” bi gelek kesan re di bodrumên navçeya Cizîra Şirnexê de hatin qetilkirin, piştî îtîraza ji bo wê hat kirin û qebûl kirin, di saetên şevê de hat berdan. 
 
Lutfiye  ya dayika 5 zarokan a ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hat berdan, ji 26’ê Gulanê û vir ve bi îdîaya “Endamê rêxistinê” dihat girtin.