Emîne ya ku bi kuştinê re rûbirû hat hişitin niha jî tê tehdîtkirin

  • 11:58 3 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Jina bi navê Emîne Nayir Çelîk ku hevjînê wê xwest wê bi kêrê qetil bike, xeteriya wê ya jiyanê bi dawî bû. Emîne diyar kir ku ji bo ew îfadeya xwe paşve bikişîne tê tehdîtkirin  û ev tişt got: " Ez dixwazim ji hevjînê xwe veqetim û li benda alîkariyê me ku jin bi min re bibin alîkar. Ez naxwazim îfadeya xwe paşve bikişînim."
 
Li Qosera Mêrdînê berî bi du rojan Emîne Nayir Çelîk bi êrîşa Mustafa Çelîk re rûbirû mabû  û bi awayê birîndar rakiribûn nexweşxaneyê.  Emîne ya ku piştî emeliyatê xeteriya jiyanê derbas kir, li Mustafa Çelîk gilî kir. Emî ne ya ku tişta wê rojê jiya vegot diyar kir ku ew li benda piştevaniya jinan e.
 
Emîne diyar kir piştî tişta hatiye serê wê ji aliyê xizmên Mustafa çelîk ve tê tehdîtkriin û got ku ew li benda piştgiriya jian e. Emîne wiha dirêjî da axafitna xwe: "Em çûn Bursyê ji ber ku karê wî baş neçû em vegeriyan. Dema ku min û dayika min tehdît kir min got ew henekan dike.  Di serî de ez derb kirim û piştre jî bi kêrê li min da. Piştî ameliyatê ez niha baş im lê dixwazim ku jê veqetim.  Kesê ku min gilî lê kiriye niha di girtîgehê de ye lê malbata wî ji bo ku ez îfadeya xwe paşve bikişînim min tehdît dike. Ez dixwazim jê veqetim û ji jinan jî piştgiriyê dixwazim."
 
Emîne ya ku her roj baştir dibe wê kengî bê taburcukirin ne diyar e.