Li Tirkiyeyê 3'yê Gulanê: Roja çapemeniyê heye lê azadiya wê tune ye
- 11:38 3 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Rojnamegeran diyar kir ku ji ber azadiya çapemeniyê tune ye rojeke wê ya ku bê pîrozkirin jî tune ye û wiha berdewam kirin: "Ji ber ku em nûçeyan amade dikin em tên tehdîtkirin, heqaret li me tê kirin, lêdan li me tê kirin û em tên girtin. Ger ku mirov bahsa vê rojê bike herî zêde mirov dikare bibêje ku ev roj li dijî tundiyê roja berxwedanê ya rojnamegeran e."
Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993'yan de ji bo ku balê bikişîne ser hişmendiya çapemeniyeke azad 3'yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê îlan kir. Lê li Tirkiyeyê ji sedî zêdetir xebatkarên çapemeniyê ev roj li girtîgehê pêşwazî kirin. Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî (CPJ) ku weşand piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê ji aliyê hikûmetê ve ji 180'yî zêdetir saziyên çapemeniyê hatin girtin, ji 120 zêdetir rojnameger di girtîgehê de ne û bi sendan xebatkranên çapemeniyê ji karê xwe bûn.
Li gorî rapora komîteyê, ji 3 welatên sereke ku rojnameger lê girtî ne yek jê Tirkiye ye. Li gorî endeksa ku ji aliyê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) vê salê hat amadekirin a azadiya çapemenyê, Tirkiye di nava 180 welatan de başve çûye û di rêza 157'emîn de cih digre. Rojnamegerên ku li gel van zextên li ser çapemeniyê hewl didin li Tirkiyeyê rojnamegeriyê bikin, li ser azadiya çapemeniyê nirxandin kirin.
'Wan mirin dan berçavên xwe û rastî vegotin'
Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Zuhal Atlan, bal kişand ser zextên li dijî çapemeniya azad û anî ziman ku ji ber rastî vegotin gelek rojnameger niha di girtîgehê de ne. Zuhal bal kişand ser girtina rojname û çapxaneyên wan û wih berdewam kir: "Îro dema ku em dinêrin em dibînin ku qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hatiye kirin û çapxaneya wê hatiye desteserkirin. Rojnameya Welat a yekane ku li Tirkiyeyê bi kurdî dihat weşandin ji ber ku tu çapxaneyan ji tirsa ku wê bên girtin çap nekirin hat girtin. Dema ku em li kolanan bi gel re diaxivin em dibînin ku her kes ji van polîtîkayên dewletê aciz e. Ji ber ku îkdtîdar naxwaze raya giştî van pêkanînan bibîne dixwaze ku çapemeniya azad bêdeng bike."
Zuhal di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi van polîtîkayan rojnameger nêzî hev hatine kirin û got ku divê ev piştevanî berdewam bike. Zuhal destnîşan kir ku ew wedî kevneşopyeke wekî ya Apê Musa û Gurbetellî Ersoz tên û wiha dierêjî da axaftina xwe: " Wan mirin dan ber çavên xwe û nivîsandina rastiyan berdewam kirin. Em ê jî li gel hemû zextan rastiyan ji gelê xwe re ragihînin." Zuhalê bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên rojnameger hewldan ku bibin deng û rengê jinan. Zehra dogan ev bi wêneyan vegot û Meltem Oktay jî bi kameraya xwe nîşan da. Ew ne girtî bi fikara xwe azad in. Bi hêza ku em ji wan digirin em ê berxwedana xwe berdewam bikin."
'Ji ber ku çapemenî ne azad e rojeke wê ya ku bê pîrozkirin tune ye'
Edîtora Jinnewsê Pinar Ural jî diyar kir ku ew li welatekî ku ne azadiya ramanê û ne jî ya çapemeniyê heye ew 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapenemiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin. Pinar wiha got: "Azadiya çapemeniyê tune ye û ji ber vê jî rojeke ku bê pîrozkirin jî tune ye. Ev roj dibe ku roja berxwedanê ya rojnamegeran û serî netewandina wan a li dijî tundiyê be."
'Parastina azadiya çapemeniyê jî sûc e'
Pinar diyar kir ku piştî Ragihandina OHAL'ê ji KHK'yên hatin derxisitn herî zêde çapemeniyê zerar dît, bi dehan saziyên çapemeniyê hatin girtin, bi sedan rojnameger hatin binçavkirin û hatin girtin û ev rewş îro jî berdewam dike. Pinar di berdewamiya axaftina xwe de di yar kir ku li Tirkiyeyê çapemenî hatiye yektîpkirin tê xwestin ku bikeve bin serweriya sermayeyê. Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku em nûçeyan çêdikin em tên tehdîtkirin, em bi heqaretê re rûbirû dimînin, lêdan li me tê kirin û em tên girtin. Êdî parastina azadiya çapemeniyê jî sûc tê dîtin." Pinar bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên kurd jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi şerê ku piît 7'ê Hezîrana 2015'an re ket rojevê bi taybetî rojnamegerên kurd hedef hatin girtin, bi tundiya ku hat zêdekirin re hat xwestin ku dengê rojnamegerên kurd û yên muxalîf bê qutkirin."
'Ji bo azadiya çapemeniyê erka raya giştî girîng e'
Ji nûçegîhanên Arti Tv yê Bahar Kiliçgedîk jî diyar kir ku di warê azadiya çapemeniyê de bi qasî erka rojnamegeran a raya giştî jî girîng e û wiha got: "Li cihê çapemeniya ku kontrol dike, rexne dike û lêpirsîn dike, çapemeniya ku îtaet dike, rastiyan ji nedîtî ve tê û binpêkirina mafan nabîne dijdemokratîk e û dibe sedema pêkanîna civakeke dij demokratîk. Ev jî dibe pirsgirêkeke civakî."
'Rexneyeke biçûk jî wekî endamtiya rêxistinê tê nîşandan'
Bahar di berdewamiya axaftina xwe de got ku rexneyeke biçûk jî bi endamtiya rêxistinê ve tê girêdan û wiha berdewam kir: "Di roja me ya îro de ku nûçe gelek hêsan dikare bê îlegalîzekirin de, li Tirkiyeyê rojnameger xwe di ewlehiyê de nabînin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê civak xwe nikare bîne ziman û mexdûriyeta xwe vebêje. Bi taybetî li herêma Kurdistanê dema ku mirov mîkrefonê dirêjî hin kesna dike û derbarê mijareke girîng a ku civakê têkildar dike dipirse de kesên ku diaxivin bi tirsa girtin û binçavkirinê dijîn. Bertekên xwe herî zêde dema kamera tên girtin tîne ziman. Ji ber ku bi tirsa binçavkirin û gitinê dijî. Divê ku zextên li ser çapemeniyê û hedefgirtina çapemeniya azad wekî çewisandina civakê bê destgirtin."