Polîsan êrîşî goran kir lê welatiyan nehişt
- 09:07 3 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ev du sale polîs nahêlin malbat bikevin Goristana Haceca û polîsên xwestin goristanê hilweşînin rastî bertekên gel hatin û piştî vê yekê şûnde vekişiyan.
Goristana Haceca ya li taxa Zeynel Abîdîn ya Nisêbînê bû piştî pevçûnan bi bombeyan texrîb bibû. Ev du sal jî bi hinceta qedexeyê destur nedidan malbata ku biçin goristanê. Gorên kesên di pêvajoya rêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest dabûn parçe bûne û her wiha gorên aydê endamên YJA-STAR û HPG’ê jî hene.
‘Nahêlin gor bên çêkirin’
Goristana hatiye hilweşîndin li nokteya sifir e. Goristana di encama bombebaran û pevçûnan de hatiye wêrankirin nahêlin bên çêkirin. Ne cenaze dikare lê bê definkirin û ne jî dihêlin welatî gorên xizmên xwe tamîr bikin.
Kameraya mobese li goristanê hatiye bicihkirin û nahêlin dayik jî biçin ser gorên zarokên xwe û malbat ji dûr ve ji zarokên xwe re lorînan dibêjin. Hefteya borî bi rakirina qedexeyê re malbat dikarî biçin ser gorên zarokên xwe lê mixabin destur nedan tamîrkirina goran.