Fîdan Ebdo: Ji bo em vegerin Efrînê em ê her di nav çalakiyan de bin

  • 09:02 3 Gulan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Meclîsa Herêma Efrînê Fîdan Ebdo diyar kir ku heta ew venegerin Efrînê ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û got:"Bi hezaran gel hêviya wan ew e ku vegerin ser axa xwe û Efrîn ji dagirkeran re nemîne."
 
Piştî ku dewleta tirk û OSO'yê êrîşî Efrînê kir bi hezaran gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û tevî hemû zor zehmetiyan berxwedana xwe li Şehbayê didomînin. Her gelê li Efrînê yê li Kantona Şehbayê bi cih bûn ji bo vegerin ser axa xwe her di nav çalakiyan de ne. Her wiha Endama Rêveberiya Meclîsa Herêma Efrînê Fîdan Ebdo derbarê meşa ku li Şehbayê bi beşdarbûnek xurt hat lidarxistin anî ziman ku mebesta çalakiyan ew e ku gel dîsa vegerin ser axa xwe û got:"Gelê Efrînê yê ku li Şehbayê bi cih bûne ji dil û can têkoşîna xwe mezintir dikin û çalakiyan li dar dixin. Dê di 3'ê Gulanê de jî bi mebesta berxwedana Efrînê meşek din jî bê lidarxistin."
 
Fîdanê diyar kir ku bawerî û vîna gel dê rê nede ku dagirker bigihêjin armanca xwe û got:"Di vê meşê de û di meşa ku dê di 3'ê Gulanê de pêk were de jî dê gel îradeya xwe ya xurt nîşanî dagirkeran bide. Em fikir û ramanên Rêber Apo hatine perwedekirin. Loma em tu carî serî natewînin û çong danînin." 
 
'Ji bo em vegerin Efrînê em ê her di nav çalakiyan de bin'
 
Fîdanê anî ziman ku ji bo ew vegerin Efrînê ew ê her di nav çalakiyan de bin û got:" Bi saya berxwedana gel û ya YPG-YPJ'ê em ê dîsa vegerin Efrînê. Li dijî bêdengiya cîhanê û êrîşa dagirkeran em her dem ser bilind sekinîn û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
'Em hêvî dikin ku meşa 3'ê Gulanê jî dê bi girseyek mezin pêk were'
 
Fîdanê da zanîn ku hemû gelê Efrînê ji bo azadiya xwe û vegerin ser axa xwe ya ku hatiye dagirkirin têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Gel bi hêvî û coşek mezin beşdarî meşa ku di 30'ê Nîsanê de pêk hat bûn. Em hêvî dikin ku meşa 3'ê Gulanê jî dê bi girseyek mezin pêk were. Dê azadî û serkeftin a Gelê Efrînê be."