ROJEVA 3'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 3 Gulan 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Meclîsa Herêma Efrînê Fîdan Ebdo diyar kir ku heta ew venegerin Efrînê ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û got:"Bi hezaran gel hêviya wan ew e ku vegerin ser axa xwe û Efrîn ji dagirkeran re nemîne." BI DÎMEN
 
*Di her serdemekê de, di nav her qadek zanist an jî huner, wêjeyê de jinan cih girtiye û rol lîstine. Lê, mixabin wek her carekê yan ji nedîtî hatine yan jî qet qala têkoşîna wan nehatiye kirin. Jinên Kurd jî wek gelek jinên cîhanê, di gelek beşên cihê de, bi taybetî jî di beşa wêje û hunerê de bûye xwedî rol û berhemên gelek hêja derxistine holê. Bê guman ne tenê di qada wêje û hunerê de, di heman demê de, di medrese û karê perwerdehiyê de jî karên girîng bi cih anîne. Helbet wek navê wan ku di nav rûpelên veşartî yên dîrokê de hatiye nixumandin, gelek berhemên jinan jî nixumandî mane û qet qala wan berhaman jî nayê kirin. Lê, em ê wek her carekê dîsa di nav rûpelên dîrokê de li pey şopa wan jinan bin û bibin dengê wan. 
JI PÊNÛSA JINAN
 
*Pirtûka bi navê ‘Kaktus bê av jî dikarin bijîn’  bi fikir û ramanên 46 şahidên jin ên li Girtîgeha Mamakê hatiye nivîsandin û di wê serdemê de gelek belge teslîmî Pirtûkxaneya Berhemên Jinan  a Stenbolê hat kirin. BI DÎMEN
 
*Li Nisêbînê ev du sale polîs nahêlin malbat bikevin Goristana  Haceca û polîsên xwestin goristanê hilweşînin rastî bertekên gel hatin û piştî vê yekê şûnde vekişiyan.
 
*Li Amedê mêrê bi navê Murat S. ku bufeya wî hebû îstismara zayendî li zaroka 11 salî kir. Zarokê bûyer ji dayika xwe re got lê malbatê gilî nekir. Ji ber vê yekê Murat S. vê carê xwişka wê ya 8 salî jî îstîsmar kir.
 
*Fatma Bostan Unsal diyar kir ku ger li vî welatî 250 hezar girtî hebin wê demê pirsgirêkek cidî heye û got rêveberiyek evqas terorîst û xayînan hildiberîne divê bê lêpirsînkirin.  Fatmayê her wiha da zanîn ku kes naxwaze li welatê ku bi mîlyonan terorîst lê heye, bijî.
 
*Li Şemzînanê bi hatina biharê re jinên xwezayê hembêz dikin bertek nîşanî qedexeyên zozanan dan û gotin: “Em parçeyên van çiyan û zozanan  in. Yên qerekol li zozanên me çê kirine bila qedexe û qerekolên xwe bigirin û me rehet berdin.” BI DÎMEN
 
*Jinên di 1’ê Gulanê de li qada Gundogduyê hatin cem hev gotin: “Dest dirêjî welîdîn, cil û bergên me dikin. Divê ji 1’ê Gulanê heta 24’ê Hezîranê hemû muxalîf bi piştevaniyê tev bigerin û dawiya vê desthilatdariyê bînin. Yên berxwe didin wê bi ser bikevin.” BI DÎMEN