Ji kedkaran provaya 24'ê Hezîranê: Em ê rojên xweş bibînin

  • 12:11 2 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê vê salê jî li Tirkiye û Kurdistanê ku bi dirûşma "Em ê rojên xweş bibînin" vê di bin siya OHAL'ê de hat pêşwazîkirin.  Kedkarên ku li gel hemû astengiyan qad dagirtin peyama wan zelal bû: "Em li dijî hemû zext û zordestiyê qadan naterikînin."
 
Belê, Lê di van şert û mercên zahmet de binavkirina 1'ê Gulanê wekî cejn jî gelek zahmet e. Di serdema îkdtîdara AKP'ê ya 16 salan de kedkar ji gelek mafên xwe yên heyî bêpar hatin hiştin û hatin asta ku mafên xwe yên herî bingehîn jî nema karbin bi kar bînin.  Di hilbijartina pêşwext ya ku wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin ger ku îtîfaka AKP-MHP'ê li sendoqan encama dixwazin bigirin wê êrîşên li ser ked û kedkaran zêdtir bibin.  Di serî de jin wê kedkar bi koletiyê re rûbirû bên hiştin. Li Tirkiyeya di roja me ya îro de kedkar û karker bi çewisandina kedê û binpêkirina mafan re rûbirû hatin hiştin û diyar e wê ev rewş demdirê jî berdewam bike. Rêjeya betaliyê roj bi roj zêdetir dibe. Kedkarên ku di nav jiyana kar de cih digirin jî bi bêewlehiya kar re rûbirû dimînin. Heta niha 18 hezar kedkaran li ser kar jiyana xwe ji det dane.  Li pereyê sermayedaran her roj di bin navê teşvîkê de pere tên zêdekirin. Lê mûçeyê ku ji kedkaran re tê dayîn yê asgarî di bin rêjeya birçîbûnê re ye. Gelek komkujiyên ku kedkaran tê de jiyana xwe ji dest dan hatin jiyîn. 
 
Rêjeya sendîkabûnê her ku diçe dikeve. Bi deh hezaran kedkarên ku xwestin ji mafên sendîkabûnê sûdê bigirin ji kar hatin derxistin, grev hatin qedexekirin û kedkar hatin asta ku ji bo betal nemînin ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar bimînin .Di van şert û merêcên ku keda kedkaran tê binpêkirin de 1'ê Gulana 2018'an hat pîrozkirin. 1'ê Gulanê ku li gel hemû astengiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin, li Amedê jî 1'ê Gulanê wekî 8'ê Adarê û 21'ê Adarê roja Newrozê di bin siya OHAL'ê de hat pîrozkirin.
 
Êrîşa Polîsan rê li ber dirûşman negirt
 
Vê salê jî Mîtînga 1'ê Gulnaê ku li Qada Îstasyonê (5'ê Hezîranê) di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê de hat organîzekriin,  beriya mîtîngê hemû riyên ku derdiketin qada mîtîngê li trafîkê hatin girtin û ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, heta ku mîtîng bi dawî bû bi helîkopterê ji hewa ve hat şopandin û wekî her salê vê salê jî kevneşopiya ku zarok û jin berî her kesî dikevin qadê hat dubarekirin.  Ketina qadê piştî lêgerînê hat kirin û polîsan saheneya ku ji bo axafitvanan hatibû amadekirin jî dorpêç kir. Dîsa polîsên ku li ber sîtema deng nobedar bûn ji bo ku dirûşên kesên dikevin qadê neyên bihîstîn dengê muzîkê heta dawî zêde dikirin.
 
Li gel hemû hewldana polîsan a astengkirinê, jin, ciwan û kedkaran dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Ji Kerkûkê heta Efrînê ji kedkaran re silav", "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Korteja ku di serî de ket qadê li gel hemû astengî, zext û  girtinan ku dihat xwestin bên bêdengkirin a kedkarên çapemeniyê bû.  Kedkarên çapemeniyê ku hatin qadê dîsa dengê xwe bilind kirin û dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Ji sansurê re na" û "Çapemeniya azad nayê bêdngkirin" berz kirin.
 
Provaya 24' ê Hezîranê
 
Jinên ku li dijî polîtîkayên îktîdara AKP'ê ya zayendparêz, oldar, nijadperest û jinê dixwaze ji qada kedê bigire ji bo xwe qad kirine navnîşan, vê salê jî di pêşengiya Platforma Dîcle Amded a Jinan de bi bi pankarta "Wê biharê û aştiyê jin bînin" ketin qadê. Jinên ku kedtîn qada mîtînga 1'ê Gulanê reng dan qadê. Herwiha Komeleya Pîr Sultan Abdal jî li qadê li gel hemû astengiyan cihê xwe girt.  
 
'Em ê rojên xweş bibînin'
 
Dirûşma bingehîn a mîtîngê "Em ê rojên xweş bibînin" bû. Reng û dengên li qadê jî ev dirûşm temam dikirin. Bi ketina korteja HDP'ê ya qadê re baranê jî hêdî hêdî dest pê kir. Piştî ku Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî dest bi axaftinê kir baran zêde bû.  L kesên ku li qadê bûn barana nîsanê bi kêfxweşî pêşazî kirin û li dijî OHAL'a ku ev 22 meh in berdewam dike qad neterikandin û axafitn heta dawiyê guhdar kirin.