Zarokên Mexmûrê biharê bi kêfxweşî pêşwazî dikin

  • 14:30 30 Nîsan 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Zarokên Mexmûrê bi dilê xwe yê pak û gewre coşa biharê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. 
 
Zarokên Mexmûrê li ser şênkaya biharê lîstikên xwe dilîzin derdikevin ser şaxên darên tûyan û bi kenên xwe yên dilpak bihara rengîn pêşwazî dikin.
 
Ji ber ku li hinek cihên Mexmûrê tû zû digihêjin zarokên Mexmûrê jî hildikişin ser şax û darên tuyan û bi kêfxweşî tuyan dixwin û di bin siya dara tûyê li ser şênkaya biharê bi kêfxweşî dilîzin. Zarok car caran dilîzin car caran şerê tûyan dikin û dawiyê dîsa li hev tên û lîstika xwe berdewam dikin. 
 
Her wiha zarokên ku hem derdikevin ser şaxê dara tûyê hem jî li bin siya wê dilîzin stranên xwe jî di bin hênkaya biharê de dibêjin û kêfxweşiya xwe bi şênkahiya biharê re parve dikin.