Zarokên Mexmûrê biharê bi kêfxweşî pêşwazî dikin 2018-04-30 14:30:50   MEXMÛR - Zarokên Mexmûrê bi dilê xwe yê pak û gewre coşa biharê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.    Zarokên Mexmûrê li ser şênkaya biharê lîstikên xwe dilîzin derdikevin ser şaxên darên tûyan û bi kenên xwe yên dilpak bihara rengîn pêşwazî dikin.   Ji ber ku li hinek cihên Mexmûrê tû zû digihêjin zarokên Mexmûrê jî hildikişin ser şax û darên tuyan û bi kêfxweşî tuyan dixwin û di bin siya dara tûyê li ser şênkaya biharê bi kêfxweşî dilîzin. Zarok car caran dilîzin car caran şerê tûyan dikin û dawiyê dîsa li hev tên û lîstika xwe berdewam dikin.    Her wiha zarokên ku hem derdikevin ser şaxê dara tûyê hem jî li bin siya wê dilîzin stranên xwe jî di bin hênkaya biharê de dibêjin û kêfxweşiya xwe bi şênkahiya biharê re parve dikin.