Qeymeqamê Erganiyê lîstika 'Keçelok' qedexe kir

  • 13:02 20 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED-Qaymaqamê Erganiyê lîstika 'Keçelok' a ku ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê tê lîstin, qedexe kir. 
 
3'emîn Şaxa Egitim Senê a Amedê ji bo lîstika şanoyê ya bi navê 'Keçelok' serî li Qeymeqamiya Erganiyê da. Qeymeqamiya Erganiyê ji lîstina, lîstika şanoyê ya 'Keçelok' bi hinceta ku 'ne guncav e' destûr neda. Di çîroka Keçelok de wekî  mijar jiyana zarokekî ku ew û diya xwe li gund sihîrbaziyê dikin, tê vegotin. 
 
Lîstika "Keçelok" a ku ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê dihat lîstin ji aliyê zarokan ve rastî eleqeyek mezin hatibû.