DEDAŞ fatureyan roj bi roj zêde dike: Gundî nikarin razînin

  • 09:07 20 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Welatiyên li gundên Mêrdînê ketin tariyê, fatureyên ku roj bi roj tên zêdekirin nikarin razînin. Welatiyan da zanîn ku zema ji bo ceyranê tê kirin bi hinceta ‘ceyrana kaçax tê bikaranîn’ tê veşartin.
 
Li navçeyên Artuklu, Qoser, Dêrik û Nisêbîna Mêrdînê DEDAŞ’ê ceyrana gundan birî û ava wan da sekinandin. Mexduriyeta gundiyan berdewam dike. Her sal ji gundiyan 10 qat zêde pere tê xwestin û DEDAŞ bi van pêkanînên xwe mexdurbûnê diafirîne û razandinê ferz dike. Di meha dawî de li dehan cotkarî di navbera 80 û 100 hezar TL’yî de cezayê pere yê ceyranê hat birîn û welatiyan got bi vê dixwazin welatiyan birçî bihêlin. Her wiha ekîbên DEDAŞ’ê gund bi gund digerin û bi hinceta ‘ceyrana kaçax bikar tînin’ bi hezaran TL ceza li welatiyan dibire.
 
Şêniya gundê Başakê,  Hanîfe Bîlen diyar kir ku ew çar malbat heman erdî cot dikin  lê hatine asta îflasê û wiha got: “Dema av tunebe em nikarin li sewalan binêrin. Em nikarin axa xwe av bidin. Ev tunebin em birçî dimînin. Em nikarin deynê xwe bidin. Em ê çawa vî pereyî bidin. Me fatureyên xwe didan. Lê roj bi roj biha zêde bû. Nabêjin me çiqas xerc kiriye. Bihayekî dibêjin û dixwazin em bidin.”
 
‘Dixwazin bê av bihêlin’
 
Hanîfeyê di dawiya axaftina xwe de got ji ber fature nikaribûne bidin DEDAŞ’ê ceyran biriye û got: “Her tim zextan li ser me dikin. Li pêş me dibin asteng. Em malbatên mezin in. Em ji vir naçin. Em nikarin axa xwe bihêlin û biçin. Çi mafê te heye tu gaza îsotê diavêjî. Tu zextan dikî. Karê dewletê ev e ku çê bike, ne xerakirin e. Hûn avê bibirin wê çi bibe? Wê cotkar têk biçin. Em nikarin wisa temaşe bikin.”