Cihê ku hêzê dide jinan: Cafeya Janya
- 09:02 20 Nîsan 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Li taxa Selahattîn a navçeya Farqînê di nava avahiyeke dîrokî de jina bi navê Aysun Bozkurt kafeyek vekiriye . Aysunê got ku kafeteryaya ku vekiriye qadeke alternatîfe û ji niha ve gelek bala jinan kişandiye.
Li taxa Selahattîn a navçeya Farqîna Amedê Aysun Bozkurta ku jina yekem dest bi xebatê kiriye, Aysun Bokurt got ku kafeteryaya ku vekiriye ku ji bo xwe wekî alternatîf dibîne diyar kir ku ji niha ve gelek bala jinan kişandiye. Aysunê got ku tê xwestin jin di malê de bên hepiskirin û wiha berdewam kir: “Zihniyeta baviksalar dixwaze jinan di malê de bigire û ji her çalakiyên civakî dûr bixe. Min jî wekî alternatîf ji bo jinan kafeyek vekiriye û jin eleqeyeke mezin nîşanî vê kafeyê didin.”
‘Ez ji warê xwe Farqînê gelek hez dikim’
Aysunê di berdewama axaftina xwe de got ku di temenê xwe yê 12 salî de dest bi xebatê kiriye û ji Farqînê veqetiyaye. Aysunê anî ziman ku piştî 9 slan di karê gewherfiroşiyê de xebitiye bêriy axa xwe kiriye û carekeidn vegeriyaye ser axa xwe Farqînê. Aysunê diyar kir ku ji çanda li ser axa xwe gelek hez dike û ev tişt got: “Ez ji Farqînê ya ku warê min e gelek hez didkim. Ji ber ku min bêriya axa xwe kir ez carekedin vegeriyam Farqînê.”
‘Min nîşanda ku jin dikare her karî bike’
Aysunê di berdewama axaftina xwe de got ku ew jina yekem a ku li Farqînê kafe ji bo xwe wekî alternatîf ditiye û vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ev kafe ne tenê ji bo pere bi dest bixim vekiriye min ji bo jiyaneke kolektîf jî vekiriye. Zihniyeta baviksalar dixwaze jinan ji civakê dur bixe , di malê de bigire û ji her çalakiyên civakî dûr bixe. Lê min kafeyek vekir û jinan jî elqeyeke mezin nîşan da. Piştre me jina piştgirî û hêzê da hev û me hêza xwe xurt kir. Dema ku min nû kafe vekir bertekên neyînî li dijî min hatin nîşan dan. Lê min karê xwe berdewam kir û tu kes nikare vîna min bişikîne.”
Aysunê di dawiya axafitna xwe de got ku wê ji bo ji xwe re alternatîfekê ava biki tu alîkarî ji malbata xwe negirtiye û anî ziman ku divê jin hemû hel bidin ji bo xwe alterantîfên nû ava bikin ku pê debara xwe bikin.