Parlamenteriya Selma Irmak û Osman Baydemir tê xistin
- 15:41 19 Nîsan 2018
- Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Tirkiye, wekîliya Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak bi boneya dadgeha îstînafê derbarê wan de ceza birî, betal kir.
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Lê piştî hatin hilbijartin Selma di 2016'an de hat girtin û hêj girtî ye. Meclîsa Tirkiye wekîltiya parlamenteran betal kir. Tezkereyê derbarê betalkirina wekîliya her du parlamenteran de anîn Lîjneya Giştî ya Meclîsê.
Beriya tezkere bê xwendin wekîlên HDP’ê Lijneya Giştî terk kirin.