'Mamoste Ayşe dengê wîcdanê civakê ye'

  • 14:23 19 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED-Perwedekaran diyar kirin ku Mamoste Ayşe ya ku ji ber ku got "Bila zarok nemirin" cezayê girtîgehê lê hat birîn, dengê wîcdanê civakê ye û gotin:"Ayşeya ku mafê jiyana zarokan parast, bi pitika xwe ya 6 mehî şandin girtîgehê. Ev yek îktîdarê mezin nake."
 
Li Şaxa Amedê ya Egitim Senê ji bo Mamoste Ayşe ya ku di bernameya televizyonê de got "Bila zarok nemirin" û ceza lê hat birîn, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Civîna çapemeniyê li avahiya 1'emîn a Şaxa Egitim Senê hat lidarxistin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka 2'emîn a Şaxa Egitim Senê Fatma Budak hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktidara siyasî bi cezayê ku li Mamoste Ayşe birîye dixwaze ku muhalefeta civakî biçewisîne. 
 
Fatmayê wiha got:"Mamoste Ayşe qêrîna Dayika Taybet ku cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma, pitika 3 mehî Miray, Kalê 75 salî û bi nanê di hembêza xwe de hat qetilkirin, gihaşt civakê. Peywira perwerdekarekê ya herî girîng parastina mafê jiyanê ye."
 
'Bi milyonan kes aştiyê diparêzin'
 
Fatma ya ku bang li nûneran kir û got:" Ayşeya ku mafê jiyana zarokan parast, bi pitika xwe ya 6 mehî şandin girtîgehê. Ev yek îktîdarê mezin nake û sekna bi rûmet a Ayşeyê jî naguherîne."
 
Fatmayê herî dawî anî ziman ku bi milyonan kes aştiyê diparêzin. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.