'Min li girtîgehê nirxa rastiya rojnamegeriyê fam kir'
- 12:54 19 Nîsan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebirên TGS'ê bi Zehra Dogan re hevdîtin pêk anîn. Zehrayê diyar kir wêneyên ew xêz dike wekî sûc tên hesibandin û got: "Min li girtîgehê nirxa rastiya rojnamegeriyê fam kir."
Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) di çarçoveya serdana rojnamegerên girtî de bi rojnamger Zehra Dogan a ku di Girtîgeha Tîpa E a Amedê de girtiye, hevdîtin pêk anîn. Zehraya ku di heman demê de wênesaz e anî ziman ku piştî rewşa awarte (OHAL) şerd û mercên girtîgehan xirabtir bûne.
Zehrayê da zanîn ku li koguşê ew û 15 hevalên xwe dimînin û got:"Me stranek bi Kurdî got. Ev stran ji aliyê rêveberiya girtîgehê wekî dirûşme hat binavkirin û cezayê qutkirina têkiliyê dan me. Loma ev du meh in ez nikarim nameyan bigirim."
Dibêjin wêne talûke ye!
Zehra da zanîn ku alavên ji bo çêkirina wêneyan ên wekî boyax, kaxiz, firçe ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye desteserkirin û got:"Dema ku alavên min ên ji bo çêkirina wêneyan nedan min, min jî hewl da ku ez bi rêbazên wekî din li vir wêneyan çê bikim. Dema ku kaxiz tunebe ez jî li ser rojnameyê wêneyê xwe xêz dikim. Ji bo rengê binevşî ez kelama reş û ji bo rengê sor jî carinan xwînê carinan jî hinarên eciqandî bi kar tînim. Ji bo rengê kesk jî ez yan bexdenûs an jî gihayê diçewisînim. Îdareya girtîgehê ji bo wêneyan dibêjin tiştekî talûke ye. Çewisandina gihayê çawa talûke ye? Dora 20 heb wêneyên min ên ku min li ser rojname, peçete û kartona şîr xêz kiribûn, îmha kirin. Çima îmha dikin? Ji ber ku dibêjin dibe ku hûn agahiya bi şîfre bi kar bînin, destûrê nadin tu pirtûkan. Ev jî pirsgirêkek gelek mezin e."
'Rojnamgerên rasteqîn gelek bi nirx in'
Zehrayê daxwaz kir ku hevalên wê yên derve bê tirs karê xwe yê rojnamegeriyê bidomînin.
Zehrayê ev peyam ji bo rojnamegeran ragihand: " Dema ku mirov di girtîgehê de be nirxa rojnamegeriya rasteqîn bêtir fam dikin. Em li girtîgehê bêtir dibînin ku rojnamegerên rasteqîn bi rastî jî karên gelek zor dikin. Çimkî em fam dikin ku nûçeyên din ne nûçe ne. Em dizanin ku kesên ku nûçeyên rast çêdikin her dem ya tên girtin an jî tên kuştin. Loma rojnamegerên rasteqîn û rojnameyên rasteqîn gelek bi nirx e. Rojnameyên wekî Ozgurlukçu Demokrasî û Evrenselê rastiyan radigihîne gel."