Ji siyasetmedaran nirxandina hilbijartina pêşwext

  • 10:09 19 Nîsan 2018
  • Rojane
ENQERE - Siyasetmedarên jin ku derbarê biryara hilbijartina pêşwext de nirxandin kirin anîn ziman ku hilbijartineke di bin siya OHAL'ê de wê gûmanan zêde bike.
 
Serokomarê Tirkiye û serokê AKP'ê Recep Tayîp Erdogan, piştî hevdîtina ku duh bi serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re kir bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê di 24'ê hezîranê de ji bo hilbijartina serokomar û parlamenteran hilbijartineke pêşwexet bikin. Piştî daxuyaniya ku derbarê hilbijartinê de hat dayîn demildest OHAL cara 7'emîn hat dirêjikin.  Siyasetmedarên jin ku hilbijartinên pêşwext nirxandin hem bertekên xwe anîn ziman û li aliyekî din jî xeteriya hilbijartineke di bin siya OHAL'ê de vegotin.
 
'Hêdî hêdî dihelin'
 
Parlamentra HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ev ji salekê zêdetir e Tikiye bi OHAL'ê tê rêvbirin û ji ber ku êdî OHAL jî bes nedîtin diçin hilbijartina pêşwext. Dizanin ku gelek deng winda kirine û wekî cemedê dihelin. Ayşe anîn ziman ku wê AKP di 24'ê hezîranê de bi ser nekeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ne OHAL û ne jî polîtîkayên şer ev civak têk nebirin. Îtîfaka pê bawerin wê pê bi ser kevin wê dawiyê li wan bîne. Wekîdin tu pênaseya xwestina wan a hilbijartineke pêşwext tune ye. Ji bo ku muxalefetê bixin zorê biryareke bi vî rengî dane. Wê ev hilbijartin ji OHAL, girtina siyastmedaran û êrîşên li ser Efrînê re bibe bersîv û em ê bi ser kevin."
 
'Ji ber ku ketine zorê dîroka azmûnê jî ji bîr kirine'
 
Seroka EMEP'ê Selma Gurkan jî anî ziman ku xwestina hilbijartina pêşwext a îktîdarê diyar dike ku îktîdar gelek tengav bûye û ev tişt got: "Her ku îktîdar tengav dibe serokê MHP'ê Devlet Bahçelî derdikeve qadê. Di dema referandûma 16'ê Nîsanê de jî heman tişt hatibû kirin û dîsa bahçelî derketibû ortê." Sekna dirêjkirina OHAL'ê jî bi bîr xit û wiha got: "Ewqas tengav bûne ku bêyî dîroka ezmûnê li ber çavan bigirin dîroka hilbijartinê diyar kirine."
 
'Îktîdarê li Sûriyeyê pişta xwe daye emperyalistan'
 
Hevseroka Halkevleriyê Dîlşat Aktaş jî wiha got: "Îktîdar aşkera derewan dike. Kesên ku digotin em ê hilbijartinê di dema wê de bikin îro dîsa bi xwedîderneketina li vê gotina xwe aşkera kir ku divê kesek pê bawer nebe.  Îktîdara ku ji tu pirsgirêka Tirkieyeyê re nebûye çareserîî, bi pêşdeanîna hilbijartinê dixwaze ku bîhnê bistînê û vê jî bi piştevaniya emperyalîstên li Sûriyeyê dike."