Jinan carek din hişyar kir: Pêşnûme pêşî lê nagire teşwîq dike
- 09:14 19 Nîsan 2018
- Rojane
Gulîstan Azak
MELETÎ - Jinan hişyar kirin ku pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya hikûmetê pêşniyarî TBMM’ê kiriye, pêşî li îstîsmarê nagire, berovajî vê teşwîq dike û gotin divê demildest şûnde bê kişandin.
Ji aliyê AKP’ê ve pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî di 9’ê Nîsanê de pêşkêşî TBMM’ê hat kirin. Bertekên li hemberî vê pêşnûmeya qanûnê didome. Jinan da zanîn ku pêşnûmeya qanûna ‘sînorê 12’an’ û ‘xesandina kîmyewî’ pêşî li îstîsmarê nagire berovajî vê teşwîq dike û got ev qanûn zarokan naparêze. Nesrîn Kurtoglu pêşnûmeya qanûna ku xesandina kîmyewî ji bo mêrên îstîsmarkar pêşniyar dike, wek ‘pêşûnemeya îşkencê’ dinirxîne û wiha got: “Xesandina kîmyewî rêbazek cezayê ya derbarê îşkenceyê de ye. Îşkence jî sûcê mirovahiyê ye. Ne darvekirin û ne jî xesandina kîmyewî pêşî li vê nagire. Ez li dij pêşnûmeya xesandina kîmyewî me.”
‘Li dijî mafê zarokan e’
Funda Araç jî daxuyakirin ku îbareya ‘Zarokên di bin temenê 12 û ser vî temenî’ nekweheviyek bi xeter dihewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newekheviya temen wê îstîsmara zarokan teşwîq bike. Di temenê biçûk de zewac wê zêde bibe û newekheviyek bi xeter e. Heta temenê 18’yî her kes zarok e. Di navbera temenê zarokan de cudahî kirin li dijî danezana gerdunî ye. Pêşnûme li dijî mafê zarokan e.”
‘Divê tedbîr bên girtin’
Ayşe Sezîk destnîşan kir ku ligel cezakirina sûc divê pêşî li sûc jî bê girtin û divê li ser hemû pirsgirêkên zarokan ên pê re tên rû hev, bê sekinadin. Ayşeyê derbarê pêşnûmeyê de got ev pêşnûme ji mantika ku pêşî lê bigire wêdetir bi mantika cezadayînê hatiye destgirtin û got pêşnûmeyek wisa nikare bê qebûlkirin.
Jina bi navê Sevgî Ateş jî bang kir ku divê pêşnûme demildest şûnde bê kişandin û got ev pêşnûme ji pêşîgirtina îstîsmarê wêdetir, îstîsmarê teşwîq dike. Her wiha Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de got hîna ku dereng nemane divê demildest şûnde bê kişandin.