Li Girtîgeha Xarpêtê îşkenceya zayendî

  • 09:03 19 Nîsan 2018
  • Rojane
XARPÊT - Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê hat hînbûn ku jina girtî ya li dijî îşkenceya lêgerîna tazî berxwe daye, hatiye derbkirin û rastî îşkenceya zayendî hatiye. Girtî dixwazin heyetek serbixwe biçe girtîgeha ku binpêkirina mafan lê diqewime.
 
Li girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê ku ji roja hatiye vekirin heta niha wek 'girtîgeha herêmê' tê binavkirin û her tim bi zextan tê rojevê, pêkanînên kêfî lê berdewam dike. Herî dawî hat hînbûn ku 120 kes kirine hucreyan û hefteyek berê jî jinek ji Rihayê surgunî wir hatiye kirin, ji ber li dijî îşkenceya lêgerîna tazî berxwe daye, rastî îşkenceya zayendî hatiye û derbarê wê de girtek hatiye girtin.
 
Li girtîtiyan 'jimartina leşkerî' tê ferzkirin
 
Li girtîgeha ku jimartina leşkerî tê ferzkirin, pêkanîna cilên yekreng jî anîne û girtiyên derdikevin hewadankê jî her tim rastî heqeretên gardiyanan tên. Girtiyên jimartina leşkerî piştguh dikin jî rastî îşkenceyê tên û derbarê wan de bi dehan cezayên dîsîplînê tên dayîn.
 
Li girtiya jin îşkenceya zayendî!
 
Hat hînbûn ku girtiya ji Rihayê surgunî Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê hatiye kirin lêgerîna tazî li ser wê hatiye ferzkirin û ji ber li dijî vê berxwe daye jî rastî îşkenceya zayendî ya gardiyanan hatiye. Piştî îşkenceyê derbarê wê de jî bi îdiaya ' li dijî lêgerînê berxwe daye' girtek hatiye girtin û piştre birine koguşê.  Li gorî agahiyên malbatên diçin hevdîtinê, hefteya ewil nivînan nadin girtiyên nû tên û hefteyek şûnde jî nivînên qirêj tînin.
 
'Ev der Xarpêt e li vir Kurdî qedexe ye'
 
Her wiha malbatan got girtiyên di dema surgunan de Kurdî axivîne jî rastî gotinên gardiyanan yên weke 'Ev der Xarpêt e, li vir Kurdî qedexe ye' hatine û rastî cezayên dîsîplînê tên.
 
'Divê demildest heyet  bê'
 
Herî dawî malbatan bang li rayagiştî kir ku li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin û divê heyetên serbixwe demildest biçin girtîgehê.