Li Bestayê topebaran: Koçer di bin dorpêçê de man

  • 15:17 18 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Operasiyona ku li çiyayê Cûdî û Gebarê hat destpêkirin berdewam dike, hat diyarkirin ku li herêma bestayê ku koçer lê dimînin jî topebaran hatiye kirin.
 
Li gel ku operasyona li çiyayê Cûdî û Gebarê hatiye destpêkirin berdewam dike, li herêma ku koçer di konên xwe de lê dijîn jî topebaran hat kirin. Bedrî Gunbayê ê ku tişta li Bestayê hat serê yan vegot diyar kir ku ji 10 malbatan zêdetir li herêma Bestayê kon vedane û ji bo ku biçin zozanan ketine rê lê ji ber topebarana tê kirin nikarin rêya xwe berdewam bikin. 
 
Bedrî yê ku ew bi xwe jî koçer e di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Ev der girê herî bilind ê Şirnexê ye. Herê ma ku em lê dimînin ne di nav sîorê qada operasyonê de ye lê di encma topebarana tê kirin de sewalên me tên kuştin. 3 sewalên min ji ber  topebaranê mirin û gelekên wan jî birîdar bûn. Pezê me çavkaniya me ya debarê ye. Lê dikujin. Ewlehiya me tune ye divê topebaran bê rawestandin."