Di doza Nisêbînê de krîza Kurdî
- 15:09 18 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Di Doza Nisêbînê de, roja sêyan Şandeya Dadgehê nehişt ku bi Kurdî parastin werin kirin. Girtiyan jî peyama berxwedanê dan.
Di doza Nisêbînê de doza 50 kesê ku dema berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirker li Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn girtin dom kir. Malbat dema ku bi Kurdî axivîn polîsan li ser malbatan ferz kirin ku bi Tirkî biaxivin û malbata jî gotin ew bi Tirkî nizanin û axaftina xwe ya bi Kurdî domandin.
Li hêwana dadgehê ji ber ku malbatekî girtiyan nişana serkeftinê kir hêzên çekdar ên dewleta Tirk gefa kuştinê li malbatê xwar.
Dadgehê: Yê ku bi Kurdî biaxive weke ku neaxiviye wê were hesibandin
Piştî ku Dîlber Tanrikulu ji wergêr re got ku axaftina wê rast nayê wergerandin werger got, ‘ez ê wergeriya te nekim, em li hev nakin’ û li ser vê serokê dadgehê got Tirkiya Tanrikulu baş e û divê bi Tirkî axaftina xwe bike. Li ser vê Dîlber jî got ew naxwaze bi Tirkî parastina xwe bike, serokê dadgehê jî got, bi vî rengî ew ê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne. Dilberê got, ‘’Ez dixwazim bi Kurdî parastina xwe bikim. Ez naxwazim mafê xwe yê bêdengmayinê bi kar bînim’’ û parastina xwe nekir.
'Tu hêz nikare vê berxwedanê bişikîne'
Ferhat Dogru li dadgehê bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê û got:‘’Li wir gel daxwaza xwerêveberiyê kir û ev rastiya gel e. Hûn ji bo vê jî nikarin gel darizînin lê divê hûn hişmendiya faşîst û rejîma AKP’ê darizînin ku wê demê digot, ‘em ê kevir li ser kevir nehêlin’.
'Dema hatim binçavkirin îşkence li min kirin'
Nurullah Akyuz jî di parastina xwe de got :’’Bi îşkenceyê destên min hat şikandin’ û diyar kir ku hemû îfade bi darê zorê pê dane îmzekirin.
'Birêz Abdullah Ocalan rêya aştiyê nîşan da'
Nurullah di berdewamiyê de bal kişand ser ‘pêvajoya çareseriyê’ û got, di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da ku aştî dikare bibe. Nurullah bal kişand ser nejidilbûna dewletê ya di vê pêvajoyê de û got, ‘’Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk qereqol çêkirin û çek zêde kirin, ev jî nişana wê bû ku ne bi niyeteke baş bûn û haziriyên şer bûn. Dewletê çavnebarî li destkeftiyên Kurdan ên Rojava kir.’’