Dirayet Taşdemir ji bo jinan bang kir: KEFEK'ê têxin rojeva xwe

  • 14:56 18 Nîsan 2018
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir Komisyona Wekheviya Firsetê ya Jin û Mêran a Meclîsê kir rojeva xwe û derbarê wê de banga nîqaşê kir.  
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilan Dirayet Taşdemir bang kir ku jin jî dikarin serî li Komisyona Wekheviya Firsetê ya Jin û Mêran a Meclîsê (KEFEK) bidin. Dilana ku di heman demê de endama KEFEK'ê ye wiha got:"Li gor zagona avakirina KEFEK'ê serîlêdanên derbarê binpêkirina wekheviyê û zayendiya civakî de esas tê girtin."
 
Dilanê anî ziman ku jin dema ku KEFEK'ê têxin rojeva xwe û di rayagiştî de nîqaş bikin dê pêşî li civakbûyinê jî vekin.