Li Şehbayê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
- 12:35 18 Nîsan 2018
- Rojane
ŞEHBA -Yekîtiya Êzidiyên Efrînê li kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re Cejina Çarşema Sor pîroz kirin.
Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê li Kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê endama Koordinasyona Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cefer ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê Êzidiyên li Efrînê îsal Cejna Çarşema Sor li Şehbayê pîroz dikin û wiha dewam kir:"Li Efrînê li dijî gelê Kurd her cureyên tundiyê hat bikaranîn û cîhan li dijî vê yekê bêdeng ma . Divê cîhan di vî warî de erka xwe bi cih bîne û dawî li bêdengiya xwe bîne. Êzidiyên ku ji Efrînê hatin koçberkirin îro li Şehbayê cejna xwe pîroz dikin û peyama bilindikirina têkoşînek mayinde didin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.