Mêrê ku şîddet li zarok kir hat binçavkirin

  • 12:19 18 Nîsan 2018
  • Rojane
BÛRSA - Mêrê bi navê H.C li Bûrsayê ji ber ku şîddet li zarok kir hat binçavkirin û di heman demê de jî ji peywira xwe hat dûrxistin. 
 
Li navçeya Îznîkê ya Bûrsayê mamosteyê bi navê H.C şîddet li zarokekî 10 salî kir. Piştî bûyerê zarok birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îznîkê û piştî ku hat muayenekirin bijîşk sewqî Nexweşxaneya Înegolê ya Dewletê kir û zarok xistin emeliyatê. 
 
Malbata zarok gilî kir û Serdozgeriya Komara Îznîkê lêpirsin dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de H.C ji ber sûcê "Birînkirina bi zaneyî" ji aliyê Komutantiya Jandermeya Navçeya Îznîkê hat binçavkirin. 
 
Nûnerên Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bûrsayê ji bo derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin mufettiş şandin dibistanê. Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê H.C ji peywira wî dûr xist.