Suad Hiso: Tu kes nikare hêvî û hêza gelê Kurd bişkîne
- 11:58 18 Nîsan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê Suad Hiso di derbarê Cejna Çarşema Sor de anî ziman ku ew hêvî dikin ev cejna bibe vesîleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tu kes nikare hêvî û hêza gelê Kurd bişkîne, serkeftin dê her dem a Gelê Kurd be."
Di derbarê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan de Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê Suad Hiso diyar kir ku meha nîsanê vejîna Êzidiyan e û got:"Em wekî Êzidî her dem li dijî hemû zordestiyan sekînîne û me bejna xwe netewandiye. Di vê roja vejînê, Cejna Çarşema Sor de jî em ê hêza xwe mezintir bikin û li dijî zilmkaran têkoşîna xwe berdewam bikin."
'Em hêza xwe ji dîroka xwe ya qedîm digirin'
Suadê da zanîn ku Êzidî xwedî çand û dîrokek kevnar e û got:"Em wekî Êzidî bi sedan caran ji qirkirinên mezin derbas bûne lê me tu carî dev ji têkoşîn û çanda xwe bernedaye. Cejna Çarşema Sor jî ji bo me xwedî wateyek mezin û çandek girîng e. Em ê her dem li çanda xwe û li nasnameya xwe xwedî derkevin. Çimkî em hêza xwe ji dîroka xwe ya qedîm digirin."
'Divê rêxistin û saziyên navneteweyî erka xwe bi cih bînin'
Suadê da zanîn ku her dem Êzidî bi neheqiyên mezin rû bi rû dimînin û mafên wan ên rewa ji destên wan tên girtin û got:"Her dem mafên Êzidiyan ên rewa ji destên wan hat girtin. Herî dawî li Efrînê jî ji aliyê Dewleta Tirk û komên girêdayî wê Êzidî bi tundî û êrîşên mezin rû bi rû man û hatin qetilkirin. Divê rêxistin û saziyên navneteweyî erka xwe bi cih bînin û pêşî li qirkirina mirovan û li binpêkirina mafên mirovan bibirin."