Êzidiyan ji bo Efrînê dest bi kampanyaya alîkariyê kirin
- 11:10 18 Nîsan 2018
- Rojane
Viyan Seîd/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Êzidiyên gundê Borikê yê Şengalê ji bo koçberên Efrînê dest bi kampanyaya alîkariyê kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Gel Êzidiyên gundê Borikê yê Şengalê ji bo koçberên Efrînê dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Ji bo koçberên Efrînê dê ji her gundên Şengalê alîkarî bê komkirin.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Xudêda derbarê kampanyaya alîkariyê de wiha got:"Em êşa gelê ku ji Efrînê hatin koçberkirin baş fam dikin û parve dikin. Dema ku Êzidî jî ketin tengasiyê gelê Efrînê alîkarî bi me dikir niha jî em ê alîkariyê bikin. Divê em di rojên wiha teng de li ba hev bin û alîkariyê bidin hevdu."
Her wiha endamê Meclîsa Gel Fêsel Reşîd jî derbarê kampanyaya alîkariyê de wiha got:"Her çiqas derfetên me kêm bin jî em hewl didin ku ji bo gelê Efrînê yên ku hatin koçberkirin alîkariyê bikin. Me kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Çimkî divê em hemû Kurd li hevdu xwedî derkevin û li dijî dijmin bejna xwe netewînin."