Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
- 10:17 18 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî nûçeyên heyeta CPT’iyê li Tirkiyeyê tên belavkirin daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Heke ku ziyaretek pêk bê an jî serdema pêşiya me pêk bê, wek ku me berê jî daxwaz kiribû, divê biçin Girtîgeha Îmraliyê û şertên li wir yekser çavdêr bikin û bikin rapor.”
Di rojên derbasbûyî de nivîskarê T24’ê Yalçin Dogan nivîsek bi ser nivîsa “Di dawiyê de CPT dîsa tê” weşandibû. Dogan gotibû ku dê Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleya Xerab û Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi partiyên siyasî, akademîsyen, saziyên çapemeniyê û girtîgehan re hevdîtin bike û dê guhdariya desthilatdariyê jî bike. Li ser van îdiayan Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyek nivîskî da.
'Divê biçe Îmraliyê jî'
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê wiha ye: “Tenê agahiyên ku CPT’î li Tirkiyeyê ye û ziyaretan dê bike di çapemeniyê de hene. Wek din em ne xwedî tu agahiyê ne. Heke ku ziyaretek pêk bê an jî serdema pêşiya me pêk bê, wek ku me berê jî daxwaz kiribû, divê biçin Girtîgeha Îmraliyê û şertên li wir yekser çavdêr bikin û bikin rapor.”
CPT herî dawî kengî çû Îmraliyê?
CPT, di 28-29’ê nîsana 2016’an de li Grava Îmraliyê ziyaret pêk anîbû û di 20’ê adara 2018’an de rapora têkildarî serdana xwe parve kiribû. Rapor nêzî du sal şûn ve li ser daxwaza Enqereyê ji raya giştî re hat parvekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku 5 sal e Ocalan nikare bi parêzerên xwe re û 18 meh in jî bi malbata xwe re tu hevdîtinê bike. CPT diyar kiribû ku Abdullah Ocalan û girtiyên pê re girtî ne têkiliya wan ji cîhana derve re qut bûye. Her wiha CPT di rapora xwe de gotibû tu hevdîtinên telefonê jî nayên kirin.