Edîtora Rojnameya Evrenselê Çagri Sari: Divê hemû rojnamegeran ji girtîgehê derxin

  • 09:17 18 Nîsan 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Edîtora rojnameya Evrenselê Çagri Sari ku derbarê wê de gelek doz hatine vekirin, diyar kir ku dema nûçeyan diweşînin sansurê pêk naynin lê pêvajoyên hiqûqî li ber çavan girtine û got: “Divê nîqaşên ku ne tenê yên nas divê hemû rojnamegeran ji girtîgehê derbixin bên kirin.”
 
Li gorî rapora îsal ya Komîteya Parastina Rojnamegeran,Tirkiye di girtina rojnamegerên girtî de li cîhanê di rêza yekem de cih digire. Li gorî daneyên Platforma Rojnamegeriya Serbixwe ya P24 jî li Tirkiyeyê 150 rojnamegerên girtî li bende azadiya xwe ne. Herî dawî jî TMSF’ê dest danî ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Gun Matbayê û xebatkarên rojnameyê Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun jî di nav de gelek xebatkar hatin girtin. Edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegîhan Adîl Demîrcî û Pinar Gayîp jî hîna di bin çavan de ne.
 
Rojnamegerên li derve jî li aliyekî ji bo hempîşeyên wan bên berdan têdikoşin û li aliyê din jî di dozên der barê wan de hatine vekirin de pîşeya xwe diparêzin. Yek ji van rojnamegeran Çagri Sari ya belgeyên wek ‘Paradîse Papers’ dihat bi navkirin kir nûçe wê demê Midûrê Karên Nivîsê yê Berpirs yê Evrenselê bû. Der barê van nûçeyan û der barê Çagri de heta 6 salan ceza hat xwestin û yekemîn runiştina Çagri îro li Edliyeya Bakirkoyê tê dîtin.  
 
Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê bi hinceta ‘heqeret’ û ‘îftereyan’ heta 6 salan ceza xwest û îdia dike ku bi van nûçeyan dixwaze di nav gel de hewayekî biafirîne. Der barê Çagri de cezayên girtîgehê yên teqez bûne jî hene.
 
‘Êdî matmayî namînim’
 
Çagri diyar kir ku ew êdî li dijî dozê tê vekirin matmayî namîne û got ji ber doz li wan tê vekirin, ew dest ji weşandina nûçeyên xwe bernadin lê em difikirin ku ‘bi hiqûqî beyî em ceza bigirin çawa dikarin nûçeyê biweşînin.’
 
‘Di her nûçeya çêdikim de hêvî heye’
 
Çagri destnîşan kir ku girtin, binçavkirin, ji kar avêtina rojnamegeran êdî hatiye astek dijwar û yek parçeyên veguherîna welatekî rojnamegeriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wisa difikirim ku li vî welatî rojnameger gelek tiştî diguherin. Ez bi vê fikr dibêjim di her nûçeyê de hêvî heye, siberoj heye. tunebe ez nikarim bîhna xwe bigirim.” 
 
‘Ez tênekoşim hevalên min nikarin derkevin’ 
 
Çagri di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema rûpelên rojnameyê çêdike cih dide pirsgirêkên rojnamegeran jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nûçeyên rojnamegerên girtî yên nexweş çêdikin, nûçeyên xebatkarê matbayê çêdikin. Ev mirovan bêzar dikin. Ji ber nûçeyên ku mirov bêzar dikene. Lê em nikarin bêjin ku em van nûçeyan çênakin. Ez wisa bifikirim ez nikarim nûçegîhana ETHA’yê Pinarê ji bin çavan derxim. Divê beyî em moralê xwe xera bikin, têbikoşin.” 
 
Çagri her wiha banga piştevaniyê kir û got divê parastina rojnamegeriyek komî bê kirin.