Remziye hat qetilkirin pitika wê Newal bê dayik ma: Ev du sal in kujer li ku ne?
- 09:14 18 Nîsan 2018
- Rojane
WAN - Remziye Bor a keça wê Newal di zikê wê de bû û ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malê de hat qetilkirin, di ser qetilkirina wê de du sal derbas bû. Remziye rakiribûn nexweşxaneyê û bebeka wê li nexweşxaneyê hat cîhanê û li wir jiyana xwe ji dest da. Derbarê dosyaya Remziyeyê de biryarara ‘Hewce bi şopandinê tuneye’ hat dayin. Parêzeran îtîrazî biryarê kirin lê ev 9 meh in ku bersiv nehatiye dayîn.
Li taxa Xaçort a Îpekyola Wanê di 19’ê Nîsana 2016’an de polîsên tevgera taybet bi ser malan de girt û Remziye Bor a ducanî û pitika wê 7 mehî bû, hat qetilkirin. Remziye Bor a ducanî û 7 mehî bû li nexweşxaneyê di 17’ê Gulana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Pitika wê Newal jî bi sezeryanê jê girtin û çawa hat dinê bê dayîk ma. Hevjînê Remziyeyê, Îrfan Bor jî tevî ku dema bûyerê ne li malê bû jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ rastî 7 sal û 6 meh ceza hatibû. Newalê bavê xwe jî li girtîgehê dît.
‘Tevî ku got ‘ez ducanî me’ jî lêxistin’
Tevî ku di ser bûyerê de du sal derbas bû jî di dosyayê de pêşketin çênebû. Kiymet Abî ya li neviya xwe Newalê dinêre got: “Êşa me hîna pir teze ye. Heta kujerên wê neyên dîtin em ê rehet ranezên. Dewleta ku hêza wê têrî her tiştî dike, di dîtina kujerên keça min de bê çare dimîne.”
Kiymetê di berdewamiyê de got yekane daxwaza wan edalet e û roja bûyerê wiha vegot: “Roja bûyerê Remziye tenê li malê bû. Kolana pevçûn lê çêbûbû du kolan piştî kolana Remziyeyê bû. Em nizanin ku bûyer çawa bandor li mala Remziyeyê kiriye. Lê şahid dibêjin polîsên tevgera taybet bi ser mala Remziyeyê de girtine û gulebaran kirine. Remziye dibêje ‘bisekinin ez ducanî me’ lê tevî vê dibêjin tu bombeya zindî ye û gulebaran dikin. Polîs bi saetan kes nêzî mala wê nekir û li ber çavan keça min terkî mirinê kirin. Keça min bi birîndarî ji dirêncek anîne xwarê. Keça min bi guleyê nemir, bi îşkenceyê mir.”
‘Qe nebe bila bavê xwe nas bike’
Kiymetê bi lêv kir ku li nexweşxaneyê nehiştine hevjînê wê Îrfan bê cem Remziyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em edeletê dixwazin. Bila kujerên keça min derkevin holê. Tevî ku Îrfan ne li malê bû 7 sal û 6 meh ceza danê. Qe nebe bila Newal bê bavê xwe mezin nebe.”
Parêzerên Remziyeyê jî destnîşan kirin ku ev du sal in di dosyayê de pêşketin tuneye û gotin: “Serdozgeriya Komarê ya Wanê herî dawî biryara ‘hewce bi şopandinê tuneye’ dan ser dosyayê. Piştî biryarê me îtîraz kir. Lê ev 9 meh in derbarê îtîrazê de biryarek nehat dayîn.”
Parêzeran her wiha diyar kirin ku tevî ku kujer diyar in, tiştek nayê kirin û ji aliyê darazê ve tên parastin û gotin wê şopdarê dozê bin.