Jinên Şanoger: Dixwazin hûnerê bikin yekreng
- 09:02 18 Nîsan 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin şûnde dawiya qedexeyan û astengiyan nayê. Herî zêde qedexe û astengiyên ku hatin derxistin jî li dijî şano û şangoran e. Herî dawî li Parlementoya Tirkiyeyê ji aliye Serokê Parlementoyê ve destûr nehat dayin ku jinên şanoger di listîkê de bilîzin. Jinên şanoger ên li wan û Amedê nearazîbûn nîşanî vê helwesta serokê parlamentoyê dan.
Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin û şûnde qedexe û êrîşên li ser çand û hûnerê berdewam dikin. Herî dawî li Parlementoya Tirkiyeyê ji aliyê Serokê parlementoyê ve destûr nehat dayin ku jinên şanoger di listîkê de bilîzin. Jinên şanoger ên Wan û Amedê ku bertek nîşanî qedexeyên li ser şano û hûnerê dan, gotin ku bi êrîşên li ser hunerê re hikûnet dixwaze ku wê ji bike yekreng.
'Zayendparêziya di hunerê de nayê qebûlkirin'
Şanogera Şanoya Mencelê ya li Wanê Dilvîn Abî diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî hûnerê nêzîkbûneke zayendperest heye û wiha axivi;"Min cara yekêm di lîstîkeke jinan de cih girt. Ji her ku OHAL hatiye îlankirin û şûnde zextên li ser çand û hunerê jî zêdetir bûne. Lê ev zet nikarin pêşî li xebata me bigirin. Ji ber ku hûner herî zede di van rojên zor û zehmet de divê rengê xwe aşkere bike. Di dîrokê de mirovan gava ku pirsgirîkên civakî dîtine nizanibûne ku wê çawa bînin ziman û bi şanoyê pirsgirîkên civakî anîne ziman. Di dema îro de jî ku bi OHAL'ê re civak hatiye bêdengkirin herî zêde pêdivî bi şanoyê heye ku pirsgirêkên civakê vebêje. Lê bi OHAL'ê re êrîşî xebatên hunerê û hunermendan tê kirin û tê xwestin ku huner bê fetisandin. Hişmendiya ku civaka mêr afirandiye li dijî hûner û jinê ye. Naxwaze ku jin li ser dikê jî cihê xwe bigire û ji vê aciz dibin. Li gorî vê hişmendiyê divê tenê mêr di hûnerê de cih bigirin û divê jin li malê zarokan bîne û li wan binêre. Lê em mê jin bi reng û dengê xwe li dijî vê hişmendiyê bin û Em ê bi awaz, reng û dengê xwe li her qada jiyanê cih bigirin. Em destûrnedayîna jinê ya di şanoyê de ku li meclisê hat qedexerkirin şermezar dikin.
'Şano neynika civakê ye'
Şanogera Şanoya Bajêrê Amedê Rêzan Kaya jî anî ziman ku bi qedexeyan şano nayê astengkirin û got ku şano neynika civakê ye û wiha axivi;"Li Tirkiyeyê zextên li ser hunerê zêde ne. Di kesayetan jinan de hûner tê hedefgirtin. Ji zanîngehan hetanî şanoyên xwese şano tên destekarîkirin. Lê hûner qadeke xweser e divê qadên hûnerî bên zêdekirin. Li tirkiyeyê hemû qadên jiyanê bi mêran hatine dagirkirin û dixwazin ku vê di şanoyê de jî bikin û şanoyê bikin yek reng. Lê Şano ji aliye hişmendiya desthilatdar ve nehatiye afirandin li hemberî vê hişmendiyê hatiye afirandin. Her roj bi qedexeyan pêşî hûnerê tê girtin û bi van pêkûtiyan dixwazin ku her qadên jiyanî û civakî bikin yek reng. Di şanoyê de ji her zayendê mirov dikarin cih bigirin. Lê mixabin li Tirkiyeyê her tiştek li gorî prensîb û rêbazên mêr tê meşandin. Lê em ê heta dawiyê li ser dikê cihê xwe bigirîn. Em jin in û em li her derê ne."