Jinên Geverê: Dixwazin me bişînin TOKÎ’yan û ji hev biqetînin

  • 09:01 18 Nîsan 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê jinên di qedexeya derketina derve de xaniyên wan hatin hilweşandin, naxwazin li TOKÎ’yan di nav çar dîwaran de bijîn. Welatiyên ku tê xwestin xaniyê wan  hilweşînin û ji nû ve çêbikin, derket holê ku dosyaya ku zirara welatiyan têde cih digire winda bûye.
 
Li Gever a Colemêrgê di 12’ê Tebaxa 2015’an de piştî îlankirina ‘rêveberiyên xweser’ şûnde qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û her der hatibû wêrankirin.  Gel Gever terk nekir û ji bo înşatên TOKÎ’yê jî hilweşîn hatibû berdewam kirin.  Gelê Geverê ku nexwest di TOKÎ’yan de bimînin, derket holê ku dosyayê wan yên zirarê winda bûne û daxwaznameyên ji bo dîtina dosyayan hatine dayîn jî winda bûne.
 
‘Ez naxwazim di nav çar dîwaran de bijîm’
 
Gel hîna di kon û xaniyên kirê de dijîn. Jina bi navê Sabriye Îlîş ya xaniyê wê hatiye hilweşandin, destnîşan kri ku naxwaze biçe TOKÎ’yan, daxwazname daye Walîtiyê lê daxwazname winda bûye. Sabriyeyê bi lêv kir ku ew daxwaze li TOKÎ’yan di nav çar dîwaran de bijî û wiha pê de çû: “Ez di xaniyekî çar kat de rudiniştim. Xaniyê me hat hilweşandin. Dosyayên me yên zirarê winda bûn. Min ji bo dosya winda bûye daxwazname da ew jî winda bû. Dixwazin têkiliyên me yên cîrantiyê tune bikin.”
 
‘Qêrîna Şehrîbanê nebihistin’
 
Sabriyeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li TOKÎ’yan mirov ji hev qut dijîn û kesî qêrîna Şehrîban Dînç ya li TOKÎ ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin, nebihistiye û wiha pê de çû: “Hevjînê min di girtîgehê de ye. Du zarokên min nexweşin.  Hêza min tune ez li zarokan binêrim, ez nikarim dermanê wan bigiri. Hêza min tune ez pereyê komirê bidim.”
Halîme Îlîş jî bi lêv kir ku ew dixwazin li şûna xaniyê wan yê hatiye hilweşandin ji nûve xanî çêbikin û wiha pê de çû: “Em naxwazin ji taxa xwe derkevin. Ez naxwazim ji axa xwe bibim. Ez ji betonê nexweş dikevim. Divê ez pêlê axê bikim.  Lê ne ax hiştin ne cîran. Em van avahiyan naxwazin. Em dixwazin li taxa xwe bijîn.”