Li Ayşe Hur cezayê girtîgehê hat birîn
- 16:41 17 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Li dîroknas Ayşe Hur bi hînceta “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza lê hat birîn.
Dîroknas Ayşe Hur li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama “Min gelek caran fikrê xwe diyar kir, PKK ne rêxistinek teror e. Ew tevgerek gerîla û gel e” parve kiribû. Ev peyama Ayşe kirin hinceta “Propaganda rêxistinê” û doz lê vekirin. Danişîna doza Ayşeyê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Bi hînceta “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza li Ayşe hat birîn.