TAJÊ ji bo Cejna Çarşema Sor daxuyanî da

  • 14:42 17 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞENGAL-TAJÊ bi daxuyaniya nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan li hemû Êzidiyan pîroz kir. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniya nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan li hemû Êzidiyan pîroz kir. TAJÊ di daxuyaniyê de bal kişand ser di ol û dîroka Êzidiyan de girîngiya Cejna Çarşema Sor û got:"Em Cejan Çarşema Sor li hemû Êzidiyan pîroz dikin û em bang dikin ku hemû jinên Êzidî derkevin qadan û doza mafên xwe bikin. "
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Cejna Çarşema Sor hemû rengên biharê di xwe de vedihewîne û wiha dewam kir:"Divê hemû jinên Êzidî werin gel hev û li qadan bi coşeke mezin vê roja bi wate pîroz bikin. Xwedîderketina li vê rojê nîşaneya xwedîderketina li çand û ola Êzidiyan e. Ev roj di heman demê de tê wateya berxwedanê. Di şexsên zarokan de di 2014'an de DAÎŞ'ê Êzidî ji qirkirinê derbas kirin. Armanc ew bû ku civaka Êzidî tevî çand û baweriya xwe ji holê rake. Lê em ê di vê cejnê de soza bilindkirina têkoşîna xwe bidin û nehêlin ku êdî tu kes me ji komkujiyan derbas bikin."