Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 747’emîn serlêdan kir
- 14:02 17 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin bikin cara 747’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Ebru Gunay, Mazlum Dînç û Muharrem Şahin, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin, cara 747’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Paparêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’ank heta niha 746 caran serlêdan kirin û ev serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye", “koster di tamîrê de ye" û “OHAL” heye hatin redkirin.